Rojin Mehran: Rojbûna te pîroz be ; Cîgera min

1/6/2021 di vê rojê de 48 saliya te ji wanê de dest pê dikim û li hemû cîhanê pîroz dikim  . Îro rojbûna Leyla’ye di vê salê de tenê kesekî beriya min rojbûna te pîroz kir ew jî şahadete. 

Tenê di van salan de bi ronahiya deyîk bûna te îro em xwe dixemlînin ji xwe xwedê tu xemlandî û wekî resimekê li ser kaxazê neqişand em jî îro xwe bi te dixemlînin tu amade bî ne amadebî tu ew Leyla’yî. 

Çiqas zehmete ku rojbûna te were u tu nîn bî  û ez li ser kaxaz te bîr bînim. Ez îro pir meraq dikim eger çarek be jî dema te ew mûm tefand te çi xwest dîlekê te çi bu.

Beriya sê  salan çarekê ewsa min xast em rojbûna heval Leyla pîroz bikin em çûn malekê û berê me her tişt amade kiribu min pir îsrar kir em biçin wî cihî û ew her min re dibêje çi li wir heye eger tu nebêjî ez naçim herî dawî em çun lê rihek ketiye hundir min tenê nikarim bifirim bi xwe re dibêjim eçeba kêfxweş bibe. 

Ewsa çawa em ketin hundir dengê stran û agir jî pêket mirov wê demê dema çavê heval Leyla dinêre kêfxweşî û girî bi hevdure jê difûrin mirov dibêje xweşkbûna çi zarokê ku di vê rojê hatine dunyayê  hemû di heval Leyla de kom bûne min bîleklikek şîn xist destê wê her di destanda bu.

Got ev çi ye tu dikî ez di temenê pîrika te deme paste jêkim heta qut kir em kuştin lê piştre min got tu kêfxweş nebuyî kenî got çawa kêfxweş nebûm bes ewqas însan kom bûne ma ez çi bêjim rojekî naye bîrkirin.

Piştî wê bi salekê beriya rojbûna xwe bi deh rojan her min dipirsî tiştek tê bîra te min her digot na çi heye. 

Digot na tu tiştek tu ne du roj man dîsa dipirse qey van rojan de tiştek teyê tu bînî bîra xwe heye ez na tu tiştek tune dibêje temam tu jî êdî çuyî ez jî xwe dikim nizanim roja rojbûna xwe de hat got te ez ji xwe bîra kirime min got ma çi heye bu şev min diyariya wê da tu azad bijî ez çawa rojbuna te ji bîr bikim û tu ye her li ber çavên minî û navê te yî her li ser zimanê min .

Di roja îro de jî dixwezim yekemîn bim rojbûna te pîroz bikim  îro rojbûna xwedevenda keça serhildêr û çiyaye leyla stêrka aştiya hemî jinan rihê te xwe li min dipêje wekî  tu dîsa ji min re bêjî ma di van rojan de tiştek tê bîra te erê tê bîra min tê vê çarê dixwezim bibêjim li tu nayê min guhdar nakî rihê te guhdar dike ew jî ji bu min bese hemu hevêlê te wan re kêlî bi kêlî di nava vê tekoşînê de derbas kirî hemu di vê rojê de ji bu te mûm pêdixin dîlekê me jî tuyî .