8’ê Adarê..RJAK’ê bernameya çalakiyên xwe eşkere kir

8’ê Adarê ‘Roja Jinan a Cîhanî’ nêz dibe, pê re amadekarî û bernameyên ji bo vê rojê eşkere dibin. Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyan li Silêmaniyê eşkere kir.

RJAK’ê di daxuyaniya xwe de 8’ê Adarê pîroz kir û ev roj weke roja tekoşîn û berxwedana li hember hişmendiya sîstema desthiladar bi nav kir.

Bernameya çalakiyên RJAK’ê ya Silêmaniyê wiha ye:

1’ê Adarê wê pêşangehek wêneyan were vekirin.

2’yê Adarê wê li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê dar werin çandin.

3’yê Adarê jî wê li bazarê gul werin belavkirin.

4’ê Adarê wê bi şahiyekê 8’ê Adarê li Berdeqereman bi tevlîbûna çend hunermendan were pîrozkirin.

Rojên din jî, wê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê tevlî çalakiyên hevbeş ên rêxistinên din ên jinan bibin.

 

/ronahi.tv/