Aliya Rehîmî: Em ê çalakiyên xwe bidomînin heta azadiya Zeyneb Celaliyan

Endama Kampanya Azadî ya Zeyneb Celaliyan û endama Rêxistina Jinan Ronak Aliya Rehîmî diyar kir ku kampanya di serî de ji bo pêşîgirtina îşkenceya fîzîkî û derunî li ser Zeyneb Celaliyan ne. 

 Siyasetmedara Kurd Zeyneb Celaliyan yekane girtiya Îranê ye ku bi cezayê muebed hatiye mehkûmkirin û 15 salin di girtîgehên Îranê tê girtin. Zeyneb Celaliyan tenê ne ji mafên xwe yên weke girtiyên din bêpar maye, di van salan de ji girtîgehekê bo girtîgeheke din hatiye veguhestin ku sazî û dezgehên mafên mirovan wek mînakeke eşkere ya îşkence û binpêkirina mafan dibînin. Demek dirêj e derbarê tenduristiya Zeyneb Celaliyan de tu agahî tune ye, tevî malbata wê û kesên ku ji bo azadiya jinê dixebitin jî mafê pêwendiyê bi wê re nikarin bigirin û jê bê agahî ne.
“Azadî ji bo Zeyneb Celaliyan”
Kampanyaya “Azadî ji bo Zeyneb Celaliyan” yek ji wan kampaniyên azadkirina girtiyên siyasî li Îranê ye ku di nav wan de Zeyneb Celaliyan jî heye. Kampaniya bi organîzekirina çalakiyên curbicur li welatên Ewropî hewl dide bala cîhanê bikşîne ser kiryarên îşkence û binpêkirina mafan di girtîgehên Îranê de. Rayedarên Îranê hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê derûnî ve hewl didin Zeyneb Celaliyan ji holê rakin. Endama Kampanyaya Azadî ji bo Zeyneb Celaliyan û çalakvana Rêxistina Jinan Ronak Aliya Rehîmî ji ajansa me re axivî.
“Zeyneb Celaliyan ji girtîgehekê birine girtîgehek dinê”
Aliya Rehîmî têkildarî xebatên wan ên kampanyayê ev gahî da: “Armanca Komara Îslamî ya Îranê ku di aliyê fîîkî û derûnî de Zeyneb Celaliyan ji holê rake û birina wê ji girtîgehekê bo girtîgeheke dinê jî bi vê armacê ye.” Aliya Rehîmî da zanîn ku armanca yekem a kampanyayê piştevanî û şopandina Zeyneb Celaliyan e û tekez kir ku bi hêz rawestana Zeyneb Celaliyan û nêrîna wê Komara Îslamî xistiye nava metirsiyeke mezin, ji ber ku ew jin û têkoşer e ji bo Komara Îslamî metirsiyek mezin e.
Derbarê stratejiyên Komara Îslamî ya Îranê ji bo kêmkirina rola jinan de jî Aliya Rehîmî ev tişt got: “Tevî şert û mercên ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatine afirandin jî hizra Zeyneb Celaliyan ji ber ku jin û têkoşer e metirsiyeke mezin li ser wan çêdike.”
“Ji fikrên Zeyneb Celaliyan ditirsin”
Her wiha Aliya Rehîmî bal kişand ser tirsa Îranê ya ji nêrîna jinan û bilêv kir ku ji bo kêmkirina bandora fikrên jinên azadîxwaz ên mîna Zeyneb Celaliyan ku dizanin fikrên wê tu carî bi girtina tedbîrên bi vî rengî ji holê ranabin û wiha domand: “Zeyneb Celaliyan jinek kurd a serhildêr û şervana li ser rêya heqîqetê ye. Ev jî metirsiyek mezin li ser Komara Îslamî çêdike. Eger Zeyneb Celaliyan ne Kurd bûya û tevlî têkoşîna jinan nebûya, belkî cezayê wê kêm bikirana û rewşa wê ya tenduristiyê li ber çavan bigirtana. Ji bo piştevaniya jinên serhildêrên weke Zeyneb Celaliyan kampanya dê çalakiyên xwe di qonaxên cuda de bidomîne heta ku digihêje armanca xwe.”
Aliya Rehîmî diyar kir ku tevî hebûna gelek jinan di girtîgehê de, bûye sedem ku wan dûrketina ji têkoşînê tercîh kirine û ev jî bûye sedem ku rewşa wan ji doza Zeyneb Celaliyan cuda bibe. Aliya Rehîmî derbarê sedemên zêdekirina zextên li ser Zeyneb Celaliyan jî got: “Zexta li ser Zeynebê vedigere rastiya ku jinên ji nijadên cuda têkoşîna wê weke model naşopînin û dixwazin weke jineke ji nijadekî diyar têbikoşin. Yek ji armancên kampanyayê hişyarkirina civaka Îranê, netewe û nijadên din ên nava Îranê ye. Armancek din a vê kampanyayê jî zindî kirina hizra Zeyneb Celaliyan li Îranê û derveyê Îranê ye. Ji ber ku kampanya hewl dide herî kêm mafê serdana malbata Zeyneb Celaliyan bide erêkirin.”
“Bi çalakiyên cihêreng dê kampanye ya me dewambike”
Têkildarî çalakiyên ku di çarçoveya kampanyayê de hatin kirin jî Aliya Rehîmî ev tişt anî ziman: “Di vê heyamê de, me hewl da ku bi komkirina îmzeyan, kampanyayên kolanan,
lidarxistina konferansan û vexwendina parêzvanên mafên mirovan ji bo tevlî kampanyayê bibin, em bigihîjin armancên xwe. Gelek parêzvanên mafên mirovan piştgirî didin kampanyayê û tekez kirin ku pêwendîkirin bi Zeyneb Celaliyan re ne gengaze. Ji lewra armanca me ya yekem ew e ku em karibin tecrîda li ser wê bi dawî bînin.”
“Ji 5’ê Adarê û şonde li ser turên civakî emê bi haştegan dewam bikin”
Têkildarî xebatên kampanyayê yên di rojên pêş de, bi nêzbûna 8 Adarê Roja Jinên Cîhanê re jî wiha got: “Ji 5’ê Adarê dê kampanya bi hastagekê bi riya malpera tora civakî Twîtterê dest pê dike û piştre jî dê meş li pêş parlamentoyê bên organîzekirin. “
Aliya Rehîmî tekez kir ku li hemberî rejîmên heyî pêdiviya tevgerên jinan bi çalakiyên mezin ên weke 8’ Adarek din nûkirinê hene û wiha dom kir: “8’ê Adarê ne tenê berdewamiya têkoşîna jinê ye, ew hewldana berferehkirina qada têkoşînê ye. 8’ê Adarê ne tenê berdewamkirina têkoşînê ye, di heman demê de hewldana belavkirina nêrîna serhildêriya jinê ye.”
Aliya Rehîmî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiyê têbikoşin. Aliya Rehîmî bilê vkir ku azadiya jinê gelekî kurtir e û divê hewldana wan ew be ku jinên ji hemû pêkhate û çandên cuda bibînin û bi wan re danûstandinê bikin da ku bigihijin armancên xwe.

 

/Jinhaagency.net/