Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Asya Abdullah eşker kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de yekser hêza civakê ya birêxistinkirî armanc dike.
Asya Abdula tekez kir ev êriş wê bi hevgirtinê têk biçin û banga berexwedanê li gelê herêmê kir.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Asya Abdullah beşdarî bernameya televizyona me ‘JinAktul’ bû û der barê rewşa dawî ya ku herêmê tê re derbas dibe, nirxandin kir.
Asya Abdullah anî ziman dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de yekser hêza civakî ya rêxistinkirî armanc dike.
Asya Abdullah: Gelê herêmê wê bi berxwedanê bi ser bikeve
Asya Abdullah diyar kir ku gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha bi berxwedanê destkeftiyên heyî qezenc kirine û wê ji niha û pê ve jî bi heman rengî li ber xwe bidin.
Li ser rol û erka ku dikeve ser milê gel jî di rewşa heyî de, Hevseroka PYD’ê nirxandin kir û taybet bal kişand li ser rola konînan.
Dawiyê hevseroka PYD’ê Asya Abdullah teqez kir ku bi hevgirtinê wê tevahî êriş têk biçin û banga xurtkirina berxwedanê li gelê herêmê kir.
/ronahi.tv/