Bêrîvan Xelîl : Bombebarankirina dibistanên Şehbayê , beşek ji plana guhertina demografîke

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê diyar kir bombebarankirina dibistanên kantona Şehba, beşek ji plana sîstematîk a guhertina demografîk a ku dewleta Tirk a dagirker li ser kantona Efrînê ya dagirker dimeşîne, ye.

Bêrîvan Xelîl derbarê mijar ji ajansa Hewarê re axivî.

Bêrîvan diyar kir ku artêşa Tirk a qirker di 3’yê vê mehê de dibistaneke seretayî ya gundekî navçeya Fafînê kir hedef û got :

“Dewleta Tirk a dagirker bi balafir û topan 68 dibistanên Efrînê wêran kirine.

Hin dibistanên din jî veguherand cihên îşkencekirina şêniyên Efrînê.

Li ser dibistanên din zimanê Tirkî ferz kirin û zimanê Kurdî qedexe kir. ”

Bêrîvan Xelîl destnîşan kir ku topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bandoreke neyinî li pêvajoya perwerdeyê ya kantona Şehba dike.

Bêrîvan Xelîl da zanîn ku bombebarankirina dibistanan li kantona Şehba beşek ji plana wê ya ku li ser kantona Efrînê ya dagirkirî û guhertina demografîk dimeşîne, ye.

/ronahi tv/