Dayika aştiyê 5 caran hatiye girtin û 106 dozên lêpirsinê lê hatine vekirin

Endama meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran bi temenê xwe yê mezin jî bi hêviya ku aştî were welat bi salane têkoşînê dike û gelek caran hatiye binaçav kirin. Di derbarê wê de ji sedan zêdetir  dozên lêpirsinê hatine vekirin. Dayika aştiyê diyar kir ku di destê wê de ne kevir ne jî çek heye, her cara ku banga aştiyê kiriye di derbarê wê de lêpirsinek vekirin e. 

 Medine MAMEDOGLU

Amed – Endama meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran ya 65 salî di nava 13 salên têkoşîna wê ya aştiyê cihek nemaye ne serlêdan kirî. Ji ber dozên lêpirsinên ku di derbarê wê de hatiye vekirin her meh diçe îfade dide. Beriya niha jî 5 caran hatiye binçavkirin û 106 dosyayên lêpirsinê li ser wê hene, ji ber wê li ser Hava Kiran girtîgeha malê, qedexeya derketina ji derveyî bajar û derketina derveyî welat heye.

Hava Kiran dide diyarkirin ku kelîmeya ji devê wê derdikeve û gava ku di avêje jî dibe mijara lêpirsin ê. Di telefonê de gotina wê ya ‘hinek bacan û hinek biber bîne’ jî weke gotinên şifre di hesibînin. Dema diçe cenezayan û taziyan jî di derbarê wê de lêpirsin hatine vekirin. Her meh diçe danezinê yan jî diçe qereqolê ifade dide.

 Weke dayik li herderê em li aştiyê geran

Hava Kiran a bi eslê xwe li Dêrika Mardinê ji dayik bûye, piştî tê Amedê tevlî meclîsa Dayikên Aştiyê dibe û ji bo aştiyê dest bi têkoşînê dike bi bîr dixe ku ji roja bejdarî Meclisê bûyi heta niha gelek caran hatiye binçavkirin û got: “Ez ji ber aştiyê ketim vê rêyê. Gelek dayikan di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dan. Em hemû jî da ku xwin bes bi rêje û dayik bes bigrin em dixwazin tiştekê bikin. Di vê rêyê de ji çalakiyên çûyina meclisê bigre heta mertalên zindî cihek neman me serlêdan nekirî. Em weke dayikên 70 salî li herderê li aştiyê geriyan.”  

 Bejdarbûna min ya tazî û cenazeyan sezaye

Hava Kiran bal dikêşîne li ser her axaftinek û gav avê tina wê weke seza tê dîtin û wiha dom kir: “Divê rêyê de her gava ku ez di avêjim û her gotina ku dikim li min weke doza lêpirsin û ifade dayinê di veger e.  Ez 65 salima lê tu qedexe nemaye ne min ditî. Ji derketina min ya ji derveyî bajar bigre heta girtigeha malê min her tişt dît. Ez her tim li salnameyê temaşe dikim ka ev meh û meha li pêşiya min kijan lêpirsinên min heye. Bejdarbûna min ya ji bo taziyan û li dayikan gerana min ya ji bo ez bêjimê li filanderê filan tazî heye em biçinê jî di we derbarê de ji doza lêpirsinên min hene. Ew gotinên ku ez di telefonê de di axivim û di daxuyaniyan de dikim di demê ifade dayinê de ji min pirs dikin û dibêjin ew şifrên te tên çi wateyê. Berisîvek tenê ez didim wan ew jî aştiy e.”

 Di destê min de ne kevir ne ji çek heye 

Hava Kiran dide zanîn ku di derbarên sucên ji endamtiya rêxistina terorê bigre, pare birina ji rêxistinê re, propaganda kirina ji bo rêxistinê û heta endamtiya wê ya Weqfa jinan jî gelek lêpirsîn lê hatine vekirin û dibêje: “Îro em ji bo xwin ne rije em aştiyê dixwazin, ji bo her gotinek ya me ya aştiyê bersivek cûda didin. Ez weke jinek 65 salî di destê min de ne kevir ne jî çek heye. Tenê ez û îradeya xwe em hene. Gelek dayikên weke min di korîdorên dadgehê de diçin û tên û dayikên girtî hene. Emê qet dest ji gotina aştiyê bernadin. Ne dozên hatine vekirin ne jî binçavkirin emê di doza xwe de bi israrbin û em dest ji doza xwe bernadin.”

https://jinhaagency.com/kr/hem-nce/content/view/2581