Dayikên Ş.Hevrîn Xelef û Ferhad Şiblî: yek jî ji me bimîne em ê li hember dewleta Tirk bisekinin

Li dijî êriş, gef û hevkariya bi Tirkiyê re her kes helwestê nişan dide.

Dayikên şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Şiblî li dijî van êrişên bertekên tund nîşan dan û teqez kirin ew ê li ser şopa zarokên xwe bin û heta dawî li hember planên qirkirinê bisekinin.

 

Ji kesên ku bi hêrs li dijî gef û êrişên dewleta Tirk derdikevin dayikên şehîdan in.

Dayikên ku di encama êrişên heman dewleta qirker de zarokên xwe winda kirine, bi tundî êrişên Tirkiyê şermezar dikin û soza domandin rêya zarokên xwe yên şehîd didin.

Dayika du şehîdan Ferhad û Îsam Şiblî, Şirîn Omer li dijî êrişên dawî yên dewleta Tirk dibêje:

“Kurd îro xwedî hêz in û dikarein li hember hemû plan û êrişan bisekinin.”

Dayika Şehîdan Şirîn bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde.

Dayika şehîd Hevrîn Xelef Suad Mistefa jî, bang li civata navneteweyî kir ku rê nedin dewleta Tirk ku Kurdan qir bike.

 

/ronahi.tv/