Evîn Cuma: Dewleta Tirk bi şehîdxistina zarokan sûcên şer dike

Dema dawî Dewleta Tirk zarokên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike armanc û wan şehîd dike.

Endama Rêveber a Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma anî ziman bi van êrişan dewleta Tirk sûcê şer dike. Evîn Cuma daxwaza girtina qada ezmanî li pêşiya balafirên Tikriyê kir û got; “Divê dewlet Tirk di dadgehên navneteweyî de were darzandin. “

 

Dema dawî dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser herêmê de, zarokan dike armanc û şehîd dixe.

Beriya çend rojan, li taxa Sînaa ya Qamişlo,droneke dewleta Tirk 2 zarok şehîd bombebaran kirin û şehîd xistin.

Têkildarî mijarê, Endama Rêveber a Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma axivî.

Evîn Cuma hedfgirtina zarokan weke binpêkirina qenûna navneteweyî û mafên zarokan e bi nav kir.

Sûcên ku li djiî zarokan pêk tên, binpêkirina qanûnên navenetewî yên mirovî ye û binpêkirina mafê zarokan e.

Ev qanûn jî di şeran de girîngiyê didin parastina zarokan û pêkanîna aramiyê.

Evîn Cuma: Divê qada ezmanî li pêşiya balafirên Tirkiyê were girtin

Evîn Cuma diyar kir ku hedefgirtina zarokan sûcên şer e û tevî vê yekê jî dewleta Tirk rasterast zarokanên Bakur û Rojhilatê Sûrî armanc digre.

Endama Rêveber a Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê der barê belgekirina wan ji van sûcên dewleta Tirk re ev tişt anî ziman:

Komeleya me, xwe dighîne komîteya taybet a belgekirina binpêkirinên li dijî zarokan.

Van binpêkirinan bi belgeyan dike rapor û ji rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî re dişîne.

Evîn Cuma: Divê dewleta Tirk di dadgehên navneteweyî de were darizandin

Endama Rêveber a Komela Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma daxwaza girtina qada ezmanî li pêşiya balafirên dewleta Tirk û bidawîbûna dagirkeriyê kir.

Divê civata navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike da ku van êrişan rawestîne.

Û divê di dadgehên navneteweyî de were darzandin.

 

/ronahi.tv/