Evîn Cûma: Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin

Dewleta Tirk di êrişên xwe çekên kîmyewî jî li dijî gerîla bikartîne. Ji Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma, got, “Divê Tirkiye ji ber sûcên şer li dadgehên navneteweyî were darizandin.

Dewleta Tirk li dijî gelê kurd gelek caran di êrişên xwe de çekên kimyewî bi kar anîne.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ku ji aliyekî bikaranîna çeken kimyewî qedexe dike ji aliyekî din ve jî ji bikaranîna çekên kîmyewî ya di êrişên dewleta tirk de bêdengiya xwe diparêze.

Derbarê mijarê, ji Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma nirxandin kir.

Evîn diyar kir ku bikaranîna çekên kimyewî ne tenê li dijî mirovan e, di warê qirkirina xwezayê de jî zirarek pir mezin e.

Evîn Cûma anî ziman ku heke PDK’ê û hikûmeta Iraqê destûr nedana wê dewleta Tirk nedikarîbû ewqas bi rehetî wan çekan bi kar bîne û wiha pê de çû: Niha erka PDK’ê bûye ew ku bikaranîna çekên kimyewî veşêre û rewa bike.

Li dewsa ku erdê xwe biparêzin dibin şirîkên vî sûcî.

Bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî ji bo êrişên dewleta Tirk rê vedikin.

Dawiyê Evîn Cûma dibêje: Em bang li hemû çalakvanên mafên mirovan dikin bila li dijî van sûcên şer bertek û helwestên xwe nîşan bidin.

Zirarê çekên kimyewî gelek mezin e û bandora wê jî bi salan berdewam dike.

 

/ronahi.tv/