Evîn Cumaa: Rê li ber sûcên Tirkiyê bigirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê banga rêgirtina li ber sûcên dewleta Tirk kir.

Rêvebera Rêxistinê Evîn Cumaa diyar kir ku kesên dibin qurbanên êrişên dewleta Tirk piraniya wan jin û zarok in.

Evîn dibêje ”Dewleta Tirk li pêş çavê hêzên navneteweyî van sûcan dike, li hember wê jî ti kes helwestekê nîşan nade.”

Evîn eşkere kir ku ew tevahî sûcên Tirkiyê li herêmê belge dikin û ji rêxistinên hiqûqî û dadgehên navneteweyî re dişînin.

”Komîteyên Lêpirsîna Rastiyan, dewleta Tirk a dagirker rasterast bi van sûcan tawanbar nake.”

Evîn Cumaa bang li civaka navneteweyî kir ku hebûna Tirkiyê li Sûrî weke dagirkerî bibînin û rê li ber sûcê wê bigire.

Li gorî nûçeyek ANHA’yê,

”Di nava 4 mehan de, 33 zarok û 21 jin di êrişên Tirkiyê yên li dijî Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê şehîd û birîdar bûne.”

 

/ronahi.tv/