Fatma Mehmûd: Armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e

Li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî êrişan û hevkariya PDK’ê dewam dikin.
Mamosteyên zimanê Kurd ên Qamişlo û jinên ciwan ên Ereb dibêjin ewê bi hemû hêza xwe li hemberî van êrişan têkoşîna xwe mezin bikin.

Li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya li dijî herêmên parastinê yên Medyayê, helwest zêdetir dibin.

Mamosteyên jin ên Qamişlo jî êrişên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Mamoste Fatma Mehmûd gerilla weke hêza sereke ya parastina Kurdistanê pênasekir.

Fatma da zanîn ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e û ev bang kir: ”Armanca dewleta Tirk ne tenê axa Başûrê Kurdistanê, dagirkirina tevahî Kurdistanê ye.

Lê em dev ji doza xwe bernadin û em ê bi ser bikevin.

Şêrîn Îsmaîl: Gerîla ji bo parastina tevahî gelan şerê azadiyê dide meşandin

Mamoste Şêrîn Îsmaîl jî da zanîn ku tevgera azadiya Kurdistanê ji bo parastina tevahî gelan şerê azadiyê dimeşîne.

Şêrîn bal kişand li ser tecrîda li dijî Rêber Apo jî detnîşan kir ji bo dewleta Tirk fikrê Rêber Apo tine bike tecrîdê giran dike û serî li her rêbazê şer dide, lê em ê serî li ber dagirkeran netewînin.

Jinên Ciwan ên Ereb: Em ê bi hêza xwe têbikoşin

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Dêra Zorê Suha Seyîd diyar kir ku bi naskirina fikrê Rêber Apo re, rastiya dijmin naskirin e û got: Her ku em di paradigma Rêber Apo de kur bibin, emê bikarin xurtir tê bikoşin û pêşerojek aza ava bikin.

Endama Rêveberiya Jinên Ciwan a Reqayê Nisrîn Mihemd dibêje; ”Jin dikarin civaka xwe azad bikin dema ku fikrên wan azad bin, ji ber ku jin hêza şoreşê bi xwe ne.”

Divê jinên ciwan li hemberî van pilan û êrişan dewleta Tirk şiyar bibin û têbikoşin.

 

/ronahi.tv/