Foza Yûsif: Bêdengiya hêzên navneteweyî encama lihevkirinan e

Têkildarî idîayên dawî yên dewleta Tirk ku dibêjin QSD’ê êrişî wan dike Foza Yûsif endama Desteya Hevserokatiya PYD nirxandin kir. Foza Yûsiv tekez kir ku armanc ji van idîayan nixumandina êrişan û afrandina zemînekê bo pêkanîna êrişine nû ye. Li ser bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişan jî, Foza Yûsiv piştrast dike ku ev bêdengî encama lihevkirinên wan hêzan bi Tirkiyê re ne.

Berî niha gelek caran dewleta Tirk bi îdîayên ku QSD’ê êrişî wan dike, xwestiye sûc û êrişên xwe yên rojane li ser herêmê veşêre.

Ne tenê ew, bi van idîayan dixwaze êrişên xwe li hember civaka navnetewyî, rewa nîşan bide.

Ev mijar ji aliyê endama Desteya Hevserokatiya (PYD) Foza Yûsif ve bi rêya ajansa Hawarê hat nirxandin.

Foza Yûsif piştrast dike ev îdiayên Tirkiyê bi awayekî palnkirî tên kirin.

Foza Yûsif armanca sereke û ya yekemîn ji van idîayan eşkere kir.

Foza Yûsif dibêje, ji bilî vê, armanceke din a Tirkiyê ji van idîayan heye.

Her wiha anî ziman ku armanca sêyemîn jî ew e ku bandorê li raya giştî ya cîhanî bike.

Foza Yûsif: Bêdengiya hêzên navneteweyî encama lihevkirinan e

Li ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûc û êrişên Tirkiyê ên li dijî herêmê jî Foza Yûsif dibêje

“Ev bêdengî encamên lihevkirinên hêzên navnetewyî bi Tirkiyê re ne.”

Foza Yûsiv anî ziman “Li herêmê derdora 5 milyon kes hene li ser axa xwe dijîn û tu ziyanê nadin ti kesî” û got:

“Divê qada hewayî li ber Tirkiyê were girtin.”

Foza Yûsif: Çi êriş pêk were wê gel û hêzên li herêmê xwe biparêzin

Endama Desteya Hevserokatiya (PYD) Foza Yûsif bi vê peyamê nirxandina xwe bi dawî kir.

/r.tv/