Gulan Fehîm: Siyasetek qirkirinê li dijî jinê tê birêvebirin

Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm behsa serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û zextên li dijî çalakvanan kir. Gulan Fehîm da zanîn ku siyasetek qirkirinê li dijî jinê tê birêvebirin, li Îran pêwîstî bi sîstema demokratîk heye, pêwîste civakî jî hîn zêdetir xwe birêxistin bike.

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azadî ya Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê Gulan Fehîm çalakiyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilat û Îranê, êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî çalakgeran de nirxand.

Gulan Fehîm diyar kir ku siyaseteke qirkirinê li dijî jinê tê birêvebirin û wiha anî ziman:

Ev siyaseta qirkirinê li dijî jinên şoreşger û pêşeng ên xeta azadiya jinê tê meşandin.

Hêzên xwedî zihniyeta mêrsalar û zayendîperest vê siyaseta komkujiyê destek dikin û gelek jinên şoreşger tên kuştin.

Gulan Fehîm: Li Îran pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye

Gulan bal kişand ser serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got:

Fars, Belûç, Azerî û gelê Kurd hemû neteweyên ku di nava vê sîstemê de ne, nerazîbûnên xwe hene û her tim têkoşiyane. Îran zemînê demokratîkbûnê pêş naxe ku gel xwe tê de îfade bike. Lê gel her rêbazekî demokratîkbûnê esas girt.

Gulan Fehîm: Ligel zext û êrişan serhildanên li Îran û Rojhilat dewam kir

Hevseroka KODAR’ê da zanîn ku li gel zext û êrîşan jî Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê dewam dike û wiha bi lêv kir:

Mesele ne tenê gelê Kurd e, di giştî Îranê de her neteweyek nerazîbûna xwe li dijî sîstema Îranê anî ziman û di xwepêşandanan de bi slogana Jin, Jiyan, Azadî beşdarbûn da çêkirin.

Hunermendan, Nivîskar û Encumena Mamosteyan gelek berhemên dewlemend derxistin ji bo vê şoreşê û xwedî lê derketin.

Gulan Fehîm: Pêwîste civak xwe birêxistin bike

Di dawiyê de Gulan Fehîm behsa girîngiya bilindkirina têkoşînê û çareseriya di fikir û felsefeya Apoyî de kir:

Ezmûna berê ya têkoşînê bi van xwepêşandanan re hîn berfirehtir bû. Hêza berxwedana civakê derket pêş. Pêwîste civak xwe birêxistin bike, bêyî ku pêwîstiya xwe bi dewletê bibîne.

 

/ronahi.tv/