Ji Wanê heta Stenbolê nobetên edaletê belav dibin

Zext û binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî li Tirkiyê dewam dike.  Malbatên girtiyan jî li dijî vê nobeta Edaletê ji Wanê heta Stenbolê destpêkirine..
Xizmên girtiyan eşkere kirin heta edalet pêk neyê wê têkoşîna wan bidome..

 

Binpêkirinên mafan li girtîgehên Tirkiyê hê jî bi dawî nebûne.

Li dijî vê û ji bo berdana girtiyên nexweş yên înfaza wan hatine şewitandin li Amed, Wan, Îzmîrê çalakiya “Nobeta Edeletê” hatibû destpêkirin.

Hefteya borî roja Pêncşemê xizmên girtiyan li Stenbolê jî diyar kirin ku wê li ber Edliyeyê “Nobeta Edeletê” bigirin.

Malbatên Girtiyan: Heta edalet pêk neyê wê têkoşîn bidome

Dayika girtiyê bi navê Yakup Akman, yê li girtîgeha Sîlîviriyê girtiye, Fînce Akman jî tevli nobetê bû.

Fînce Akman eşkere kir ku wê li dijî cezayê heta bi hetayî ya dijhiqûqî ku li kurê wê hatiye birîn, dest bi nobetê kiriye.

Fîncayê kesên li Amed, Wan û Îzmîrê ku tevli nobetê dibin jî silav kir û got heta destkeftin neyê bidestxistin wê têkoşîna wan bidome.

Dayika girtiyê bi navê Xemgîn, Cemîle Karakaş jî daxuyakirin heta ku ji bo hemû girtiyan edelet pêk neyê wê çalakiya xwe bidomînin..

Xwişka girtiyê bi navê Omer Dag yê li girtîgeha Balikesîrê dimîne, Gulsum Dag heman daxwazê dike..

Parêzer jiyan çayirtekîn: Polîtîkayeke tunekirinê pêk tê

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Jiyan Çayir-tekîn jî axivî.

Parêzer Jiyan diyar kir ku Polîtîkayeke çewisandin û tunekirinê li hember girtiyên siyasî tê meşandin.

 

/ronahi tv/