Jiyan Hisên: Sûc û hovîtiya taybetî li dijî jinan zêde dibin

Sûc û hovîtiya li herêmên dagirkirî bi taybetî li dijî jinan zêde dibin. Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên got, “li dijî jinan polîtîka û sûcên dijmirovî û derexlaqî tên kirin divê sazî û tevgerên jinan ên cîhanê bêdeng nemînin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina axa Sûriyê û parçekirina wê, sûcên dijmirovî li dijî şêniyên resen pêk tîne.

Bi taybetî polîtîkayên li herêmên dagirkirî rû didin, jin û zarokan hedef digrin.

Li herêmên dagirkirî girtîgehên taybet, bi jinan hatine avakirin û di wir de bi rengekî pir hov îşkence li wan tê kirin

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên da zanîn ku li herêmên dagirkirî binpêkirinek girseyî tê kirin.

Jiyan Hisên tekez kir ku dijmin dibîne tevgerên jinan li gelek welatan ber bi hevgirtinekê ve diçin, ji ber wê êrîşên xwe zêde dikin.

Jiyan anî ziman ku sûcên li dijî jinan tên kirin belge dikin û radestî saziyên navnetewî dikin.

Jiyan Hisên: Divê hemû jin dengê xwe bigihînin aliyên pêwendîdar

Jiyan Hisên bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:

Divê ku em dengê xwe bigihîjînin hemû saziyên pêwendîdar û vî şerî bidin rawestandin.

 

/ronahi.tv/