KJK: Mîna sakîne cansız em ê tımî lı ber xwe bıdın

Koordînasyona KJK’ê bi boneya salvegera 9. a komkujiya Parîsê peyam da. KJK’ê anî ziman vê êrişê rûyê qirêj ê sîstema desthilatdar nîşan da, ji ber vê bi êrişa li dijî azadiya gelan binav kir. KJK’ê got “Mîna Sakîne Cansiz em ê timî li ber xwe bidin û ti hêz îro nikare li ber daxwaz û hesta jiyana wekhev û azad a jinan bisekine.”

Bi boneya salvegera 9. a şehadeta Sakîne Canisiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) peyamek belav kir.

Koordînasyona KJK’ê di destpêka peyama xwe de di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hemû şehîdên jin bi rêzdarî bi bîr anîn.

KJK: Ne tenê Tırkıye; Fransa û Almanya jî berpırsên komkujıyê ne

KJK’ê anî ziman ku vê komkujiyê rûyê rast yê dewletên mîna Fransa û Almanya jî careke din raxist pêş çavan û ev got:

Ev dewletên ku xwe demokratîk û azad dibînin, ji bo rûyê rast ê Komkujiya Parîsê eşkere nebe, pîvanên hiqûq û edaletê binpê kirin.

Ne tenê dewleta Tirk, di serî de Fransa û Almanya, sîstema modernîst a kapîtalîst ji Komkujiya Parîsê berpirsyar e.

KJK’ê tekez kir ku vê êrişê rûyê qirêj ê sîstema desthilatdar careke din bi şênberî nîşan da, ji ber vê ev êriş li dijî azadiya gelan e.

KJK’ê destnîşan kir ku jinên Kurd, ji avabûna PKK’ê û vir ve li refên herî pêş ên têkoşînê cih girt û wiha anî ziman:

Tevgera me ya azadiya jinê ku bi Sakîne Cansiz dest pê kir, îro, gihîştiye asta avakirina konfederalîzma jinê ya demokratîk.

Bi Şoreşa Rojava em şoreşa jinê pêk tînin.

Bi karên xwe em bûne çavkaniya sûdwergirtinê ji tevgerên azadiyê û tevgerên jinê yên li tevahiya cîhanê.

KJK: Dı şexsê sakîne de êrış lı dıjî xeta azadıya jınê ya gerdûnî hat kırın

Li ser xebat û têkoşîna hevrê Sakîne Cansiz KJK’ê ev got:

Hevala Sakîne Cansiz pêşenga tevgera jinên Kurd e.

Li hemberî vê komkujiyê em xwedî hesteke mezin a tolhildanê ne.

Em bi hêrs in ku ev doz di tarîtiyê de hatiye hiştin.

KJK: Tı hêz nıkare lı ber daxwaza azadıyê ya jınê bısekıne

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê dawiyê ev peyam da:

Daxwaz û baweriya me ya bi azadiyê mezin e.

Ti hêz îro nikare li ber daxwaz û hesta jiyana wekhev û azad a jinan bisekine.

Mîna Sakîne Cansiz em ê timî li ber xwe bidin û jiyana azad û wekhev a bi rûmet bi têkoşînê teqez bi dest bixin.

 

/Ronahi TV/