KJK’ê bi peyamekê Newroza Qendîlê pîroz kir

Komalên Jinên Kurdistanê-KJK’ê jî peyamek şand Newroza Qendîlê û cejna azadiyê pîroz kir. Di peyamê de hat gotin, “Ev newroza pûçkirina peymana Lozan û têkbirina xeta xiyanet û faşîzmê ye. Dem dema parastina jina azad û civaka azade.”

Komelên Jinên Kurdistanê-KJK’ê peyamek şand Newroza Qendîlê û cejna azadiyê li Rêber Apo, gelê Kurd, malbatên şehîdan û girtiyên zîndanan pîroz kir.

KJK’ê di peyamê de şehîdên newrozê û şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bibîranîn.

KJK’ê diyar kir ev newroz newroza pûçkirina peymana Lozan û têkbirina xeta xiyanet û faşîzmê ye û wiha hat gotin,

“Dem dema parastina jina azad û civaka azade, di Newroza serkeftin û berxwedanek din de, vê carê jî li her derê agirê Newrozê geştir dibe. Newroza 50’î salî ya têkoşîna azadiya gelan de wê xiyanet û dagirkerî bê têk birin.”

KJK’ê diyar kir gelê Kurd tevî hemû êriş, komkujî û komployan îro bi ruhê berxwedana Newrozê li ser piyane û têdikoşe.

Hat diyar kirin gelê Kurd vê têkoşînê jî ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest ên cîhanê, bi pêşengiya jinan ku bi paradîgmaya Rêber Apo rabûne, dimeşîne.

KJK’ê di dawiya peyama xwe de wiha got,

“Em soz didin, emê azadiya fizikî ya Rêber Apo, bi hevre jiyana gelan û têkbirina peyaman Lozanê bi pêşengiya jinan mîsoger bikin.”

 

/ronahi.tv/