Komxebata Yekîtiya Jinên Ciwan li Hesekê bi encamnameyekê bi dawî bû

Yekîtiya Jinên Ciwan duh li Hesekê komxebatek li dar xistin. Di komxebatê de ji bo xurtkirina rêxistinbûna jinên ciwan biryarên girîng hate girtin.

Bi dirûşma “Bi ciwantiya Viyan û Nûjiyan emê şerê azadiyê bi ser bixin” jinên ciwan doh li hola Serdem a Hesekê komxebatek li dar xistin.

Di komxebata ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatî li dar xistin de YPJ, Asayiş, HPC-Jin, Kongra Star û jinên ciwan tevlî bûn.

Di dawiyê de komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû .

Encamnameya komxebatê wiha ye:

  • Divê jinên ciwan bên perwerdekirin û di hemû saziyan de cihê xwe bigire.
  • Divê jinên ciwan xwe di nava sîstema parastina civakî de bi rêxistin bikin.
  • Li gor şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn bê kirin .
  • Der barê rastiya dijmin de panel ji şêniyan re bê lidarxistin.
  • Li ser asta Sûriyê panel bê lidarxistin û girîngî bi rola jinên ciwan bê dayîn.
  • Li hember xeteriyên şerê taybet û bandora wê li ciwanan civîn bên lidarxistin.

/ronahi.tv/