Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dawî bû

Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li herêmên dagirkirî li bajarê Qamişlo hatibû destpêkirin, dawî bû.

Konferansa Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi dirûşma “jina Sûrî di bin dagirkeriya Tirkiyê de êş, xweragirî û berxwedan” ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li herêmên dagirkirî, li Hola Zana ya bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina rewşa jinan li herêmên dagirkirî û bipêkirinên ku derheqê wan de tên kirin hatibû destpêkirin, dawî bû.

Daxuyaniya bidawîbûnê ku ji hêla Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Muhemed ve hat xwendin wiha bû:

 

  1. “Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê divê hemû herêmên dagrikirî bên rizgarkirin û hêzên tirkiyê û komên çete yên girêdayî wê bên derxistin.
  2. Daxwaz dikin ku dewleta tirk weke dewleteke dagirker bê dîtin û dawî li dagirkeriya dewleta tirk a li ser hemû axa Sûriyeyê were anîn
  3. Ji bo vegerandina koçberên ku bi darê zorê hatine derxistin, garantiyên navneteweyî û vegerandina mal û milkên wan kar bikin.
  4. Sûcdarkirina tirkiyê ji ber binpêkirinên hêzên wê û dadgehkirina wê li pêşberî dadgehên navneteweyî.
  5. Çareseriya kirîza Sûriyê divê li Sûriyê û di destê Sûriyê de be, û bi danûstendinên siyasî ku hemû Sûriyê tê de beşdar bin, bê dûrxistin, ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe.
  6. Tevlîkirina jinan di pêvajoya siyasî de û di cihên biryardanê de.
  7. Daxwaza berdana hemû girtiyên jin û eşkerekirina çarenûsa wan bê kirin.
  8. Daxwaza ketina komîteyên çavdêrên navdewletî û vekirina rêyan ji bo ragihandinê ku derbasî herêmên dagirkirî bibin û reşkirina medyayê ji bo şopandin û belgekirina binpêkirinan bişkînin.
  9. Avakirina komîteyên hiqûqnasan û vekirina navendên lêkolînkirina rastiyan li herêmên dagirkirî û belgekirina binpêkirinan.
  10. Lidarxistina konferans, civîn û pêşangehên wêneyan ku binpêkirinên li ser asta navneteweyî belge dikin.
  11. Bilindkirina asta tekoşîna jinan û civakê heta rizgarkirina hemû herêman.
  12. Têkiliya bi civaka Sûriyeyê re li derveyî herêmên Rêveberiya Xweser û xurtkirina têkiliyên bi rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyê re ji bo danasîna tiştên ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê diqewimin, şopandina bijpêkirinan û avakirina raya gitşî ya Sûriyeyû li dijî dagirkeriya tirkiyeyê.
  13. Birêxistinkirina civaka kurd a li Ewropayê ji bo lidarxistina çalakiyên ji bo avakirina raya gitşî ya cîhanî li dijî binpêkirinên dewleta tirk a dagirker.
  14. Li ser asta navneteweyî pevguhertina tecrubeyên têkoşîna jinan.
  15. Civaka navneteweyî bêdengiya xwe berpirsyarê binpêkirinên dewleta dagirker werê nîşandan.
  16. Xebat li ser aktîvkirina bernameyên hevgirtina civakê di navbera pêkhateyan de.
  17. Daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî li hemû herêman ji bo parastina jin û zarokan û dabînkirina ewlehî û aramiyê.
  18. Kirîmînalîzekirina dewleta tirk ji ber bikaranîna çekên kîmyesal  û wekî çekên qedexekirî li dijî sivîlan bê danasîn.
  19. Avakirina makanîzmayek li gor pîvanên navdewletî û piştgiriya navendên belgekirinê di warê aborî û manewî de.
  20. Berhevkirina têkiliyan û danûstendina bi rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî re ji bo belgekirina rastiyên li ser erdê çêdibin.”