Kongra Star banga hevgirtin û bilindkirina têkoşînê kir

Koordînasyona Kongreya Star bi boneya salvegera 8. a komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku armanc ji hedefgirtina Sakîne û hevrêyên wê, qelskirina destketî û şoreşa jinan e.”

Bi rast hatina salvegera 8. a komkujiya Parîsê, Koodînasyona Kongra Star daxuyaniyek niviskî weşand.

Kongra Star şehîdxistina her sê jinên pêşeng şermezar kir û diyar kir ku,Hevrê Sakîne Cansiz ku wekî fermandar, şoreşger û pêşeng tê nasîn, roleke sereke di tevgera azadiya jinên Kurd û cihanê de leyîst.

Wekî jineke têkoşer û berxwedêr ku ji bo wekhevî û pêkanîna edaletê têkoşiya, bandoreke mezin li hêzên demokratîk kir. Hevrê Sara ji pêşengên ku fikirên azad ji xwe bingeh girtiye bû û binesaziya rêxistinî ji bo avakirina rêxistina jinên Kurd danî. Ji ber wê yekê, Sakîna tevî hevrêyên xwe hate hedefgirtin. Armanc ji hedefgirtina wan, qelskirina destkeftiyên berxwedana îdiyolojîk û şoreşa jinê bû, têkbirina şoreşa azadiyê bû.

Kongra Star destnîşan kir ku komployên dewleta Tirk li dijî jina azad li wir nesekinî û wiha domand:

4`ê Çileya 2016`an jî 3 jinên şoreşger û siyasetmedar ên Bakurê Kurdistanê Sêvê Demîr, Fatima Ûyar û Pakîza Nayîr ku heta dawiyê ji bo parastina xak û rûmeta xwe li ber xwe dan, bi awayekî hovane hatin şehîdxistin.

Êrişên li dijî jinên şoreşger wekî Hevrîn Xelef, Amara Rênas, Zehra Berkel, dayika Aqîde, Emîne Weysî, Hebûn Xelîl û gelek jinên din, berdewama zihniyeta serdestiya mêran e ku ji hêz û rêxistinbûna jinan ditirse.

Koordînasyona Kongra Star bang li hemû jinên kir ku hevgirtî bin û têkoşîna li dijî AKP`ê bilind bikin.

/Ronahi TV/