Koordînasyona Kongra Star salvegera damezirandina xwe li tevahî jinan pîroz

Koordînasyona Kongra Star salvegera damezirandina xwe li tevahî jinan pîroz kir û got:
“18’emîn salvegera damezrandina Kongra Star bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî tacîdar bû.”

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 18’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Di sala 2022’yan de herêm û gelên herêmê li hember êrişên pir mezin, berxwedanek bêhempa nîşan daye.

Bêguman berdêlên mezin di encama van êrîşan de hate dayîn.

Di şexsê leheng û sembolên berxwedana cewherî ya jinan em tevahî şehîdên xwe bi minetdarî bibîr tînin.

Berxwedana jinan ya li tevahî cîhanê, bingeha xwe ji nerazîbûnên hişmendiya netew-dewlet digire..

Li ser vê bingehî têkoşîna me jinan bê navber didome.

Heta ku em mafên xwe yên xwezayî yên ku bi zorê ji me hatine standin bigirin, wê têkoşîna me bidome.”

Kongra Star

tekez kir ku dîsa bi helwesteke xurttir, em ê projeya xwe ya ku armanca wê azadkirina tevahî jinan pêk bînin.

 

/ronahi.tv/