Li Mexmûrê Komxebata Jineolojî ya salekê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Komîteya Jineolojî bi dirûşma ‘Em bi Jineolojî tevnê jiyanê raçînin’ komxebata xwe ya salekê destpê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îro bi beşdarbûna 50 delegeyên jin Komîteya Jineolojî komxebatata xwe ya salekê bi dirûşma ‘Em bi jineolojî tevnê jiyanê raçînin’ li Kafeterya Zîn destpê kir.

Komxebatê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Komîteya Jineolojî Songul Guler axaftina vekirinê kir.

Guler di destpêka axaftina xwe de bi xêrhatina delegeyan kir û di derbarê armanc û girîngiya komxebatê de got:

“Di penabertiyê de nirxandina jinê û jineolojiyê bi rast jî serbilindiyeke. Em îro wek jinên penaber di bin hemû zorî û zehmetiyên jiyanê de kar û xebatê jineolojiyê dinirxînîn. Me jinan hertim siyaseta li cîhanê tê kirin, civak û her wiha zilm û zoriya li ser mirovahiyê têkirin nîqaş kiriye. Lê mixabin me ti carê xwe wek jin nîqaş ne kiriye. Hertim desthiladaran di nava jin û nasnameya wê de sînor danîne, ji ber vê yekê me tu caran ne kariye ku em vê derbas bikin û li nasnameya xwe xwedî derbikevin. Jinan bi xwedawendiya xwe zanist û civakbûn avakirine. Lê Sistem û baweriyên heyî bi xeteke herî zirav xwestiye jinê û nasnameya wê tune bike. Ji bo ku ev yek pêk neyê pêwîste em wek jin zanista jinê baş fêm bikin û bi tevahî jinên cîhanê bidin naskirin.”

Piştî axavtina Guler, komxebat bi temaşekirina sînevîzyona li ser têkoşîna jinan didome.

Piştî sînevîzyonê wê nîqaşên li ser xebatê salekê ya Komîteya Jineolojiyê ya li Mexmûrê destpê bike.

(RojNews)