Meclisa Jinan êriş û ambargoya dewleta Tirk û hikumeta Şamê şermezar kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêça li ser taxên Helebê û êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Têkildarî ambargoya hêzên hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hêzên dewleta Tirk a dagirker careke din êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û bi top û hawinan gundên bajarokê Til Temirê û navenda navçeya Zirganê hedef girtin..

Di encamê de welatî birîndar bûn,, malên welatiyên hilweşiyan.

Hêzên rejimê zedeyî meheke ambargo li ser taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê ferz kiriye, nahêle ard, derman û xwarinê derbas bibe..

Ev yek jî li dijî mafên mirovan û qanûnên navnetewî ye.”

Meclisê di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku helwestê nîşan bide.

 

/ronahi.tv/