Menîca Heyder: Êriş hemû pêkhateyên herêmê hedef digrin

Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişlo Menîca Heyder û Cîgira Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Hediya Ebdullah êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê şermezarkirin û dan xuyakirin ku têkoşîna li dijî dagirkeriyê riya gihîştina serkeftinê ye.

Dewleta Tirk a dagirker bênavber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giranî navendên xizmetguzeriyê, stasyonên petrolê, bombebaran, cihên sivîlan topbaran dike.

Gelên herêmê jî bi vîneke mezin li dijî van êrîşan li ber xwe didin.

Rêvebera Kongra Star a bajarê Qamişlo Menîca Heyder helwesta xwe anî ziman û got:

Lîstikeke qirêj li ser vîna gelê me yê berxwedêr tê lîstin.

Menîca diyar kir ku êrişên tên kirin hemû pêkhateyên herêmê û jinan hedef digrin.

Menîca Heyder da zanîn ku erk û berpirsyariya wan ew e ku axa xwe biparêzin.

Hediya Ebdullah: Divê dewleta Tirk bê darezandin

Cîgira Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Hediya Ebdullah jî anî ziman ku dewleta Tirk axa wan dagir dike û cîhan bêdeng e.

Hediye Ebdullah ji aliyên pêwendîdar xwest ku li hemberî êrişan bêdeng nemînin.

 

/ronahi.tv/