Newroz Ehmed: Ji bo parastina herêmê û rizgarkirina herêmên dagirkirî, divê têkoşîn were bilindkirin

Endama Fermandariya Giştî ya QSD Newroz Ehmed di konfransê de axivî û diyar kir ku ji bo parastina herêmê û rizgarkirina herêmên dagirkirî, divê têkoşîn were bilindkirin.

Axaftina vekirina konfransê ji aliyê Endama Fermandariya giştî ya QSD’ê, Newroz Ehmed ve hat kirin.

Newroz Ehmed di destpêkê de, hemû şehîdên ku di oxira jiyana azad de jiyana xwe feda kirine bi bîr anîn û diyar kir ku yek ji bingehîn ku YPJ’ê li ser ava bûye parastina hemû jinana e.

Endama Fermandariya QSD’ê da xuyakirin ku dema gel û şervan bi hev re bibin yek, wê ti kes nikaribe civakê bişkîne.

Endama Fermandariya giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed di dawiyê de ji bo rizgarkirina herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û parastina tevahî herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê, banga bilindkirina têkoşînê kir.

Her wiha Berdevka Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên jî axivî û diyar kir ku jinên Kurd ti carî li hemberî dijmin, teslîmiyetê qebûl nakin.

Di konfransê de her wiha li ser navê dayikên şehîdan û Hêzên Parastina Civakî-Jin jî axaftin hatin kirin û têkoşîna YPJ’ê hat silavkirin.

Konfrans dewam dike û tê payîn ku sibe bi encamnameyekê bi dawî bibe.

 

/ronahi.tv/