Newroz Ehmed: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi berxwedana xwe bû şoreşekî cihanî

Endama Fermandariya Giştî a YPJ’ê Newroz Ehme bi boneya salvegera 10’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê ji malpera YPJ Rojava re nirxandin kir.

Newroz Ehmed balkişand li ser şert û mercên ku şoreşa 19’ê Tîrmehê xwe di nav de afirand û wiha got:

“Pergalên desthiladar ne tenê li Sûrî li hemû cîhanê pêvajoyekî xitimandinê jiyan dikirin.

Pêvajoya şoreşê a ku weke Bihara Ereban û Bihara Gelan hate bi nav kirin, raperîna gelan bû.

Pergalên heyî di hemû waran de rastî neqebûl kirina gelan hatin.

Pergala hegemonîk di asta cîhanê de êdî nehate qebûl kirin. Qeyranên siyasî, aborî, civakî hîn kûrttir xwe dane pêş.

Di rewşek wisa de lêgerîna çareseriyê û qirîna civakan li hemberî pergalê derkete pêş.

Serhildanên heyî bi çend kesan destpêkir û di demeke pir kûrt de gihîşte mîlyonan.”

Newroz Ehmed behsa Şorşa Jinê kir û wiha got: “Ya ku herî zêde li hemberî pergala înkar û îmhayê sekînî û bu xwedî helwest jî jin bû.

Ne tenê di şoreşa 19’ê Tîrmehê de di gelek welatên Ereban de jî jin rabûn ser xwe û cihê xwe di nava serhildanan de girtin.

jinan di pêvajoya şoreşê de roleke xwe ye girîng leyîstin.
Ji ziman heta çand tu tişteke civakê nedihate qebûl kirin.

Jina Kurd bi fedakariyeke mezin rûxmî hemû zor û zehmetiyan tevlî nava şoreşê bû û îradeyeke xûrt da diyar kirin. ”

Newroz Ehemd di nirxanidn xwe de behsa pêwstiya avakirina Yekîneyên Parastina di dstpêka şoreşê de kir û got:
“Ji ber civak rabû ser piyan, pergala heyî bi hêsanî gûhertinên hatibûn kirin qebûl nedikr, lewre pêwîstî bi parastinê hebû.

Jinan ji bo şoreşê pêşengtî kirin.

Ji bo parastina civakê di warê leşkerî de pêwîstiya xwe rêxistinkirinê derkete holê.

Li Kobanê û Şengalê şer, tekoşîn û berxwedaniya hate meşandin di asta cîhanî de hate nasandin.

Bi şerê li dijî hemberî DAIŞ’ê em bûn hêzekî cîhanî.

Bi vî avayî şoreşa me bû şoreşeke cîhanî.

Ev jî bû sedem ku li gelek dewerên cîhanê jin berê xwe bidin nava rêfên YPJ’ê û YPJ’Ê bibe bû sembola tekoşîna azadî û hewheviyê.

Newroz Ehemed diyar kir kirinên pergala baviksalarî li ser jinan li hemû deveran bi heman şêwaziyê tê kirin, divê jin zanist û xwerêxistinkirina xwe xurt bike.

Newroz Ehmed behsa têkoşîna jinê di qada leşekrî û qadên din kir û wiha got: Qada leşkerî qadeke pir zehmete, lê me di qada leşkeri de destpê kir. Niha jin di hemû qadên rêveberiya xweser de xwe cîhê digrin.

Newroz Ehmed da zanîn ku di 10 salên şoreşê de jinan berdêlên pir giran dan, lê ew li gelek dewerên cîhanê jî ji jinan re bûn heviya serkeftinê.

Newroz Ehemd di dawiya Axaftina xwe de wiha got: Emê li hemberî metîrsiyên ku li ser şoreşê hene, xwe bi hêz bikin. Ji bo şoreş bigihêje armanca xwe bi taybet jî weke jin pêwîste em xwedî li şoreşê derbikevin.

Emê tecrûbeyên xwe yên heyî bi jinên cîhanê re parve bikin.

Weke hêzên parastinê emê şoreşa xwe biparêzin û emê bi gelê xwe re li ser axa xwe bi avayeke azad jiyan bikin.

 

/ronahi.tv/