Nilufer Koç: Armanca dewleta Tirk têk birina statuya Başûrê Kurdistanê ye

Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç diyar kir ku Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin û armanca Tirkiyeyê ew e ku statûya Başûrê Kurdistanê têk bibe û xwe bigihîne Iraqê. 

Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç jî destnîşan kir ku dewleta Tirk ji sala 2015’an û şunde li dijî Kurdan plana Têkbirinê xistiye dewrê, lê tevî hemû ceribandin jî tu encam bi dest ne xistiye.

Nilufer diyar kir kur Rojhilata Navîn li ser Kurdistanê tê dîzaynkirin û armanca Tirkiyê ew e ku statûya Başûrê Kurdistanê têk bibe û got;

“Erdogan û PDK’ê hem xwestin krîza aborî hem jî krîza enerjiyê bi vê rêyê çareser bikin.

Heke Tirkiye li herêmên Başûrê Kurdistanê bi pêş ve biçe wê beşek mezin a erdnîgariya Iraqê dagir bike.”

Nilufer Koç: Berxwedana gelê Kurd wê dawî li rejîma AKP-MHP’ê bîne

Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç dawiyê de ev bang kir:

“Agirê berxwedana gelê kurd dê dawî li rejîma AKP-MHP’ê bîne û wê wan bişewitîne.

Hevsengî di destê kurdan de ye . Ji bo pêşî li vî şerî were girtin divê her kes çi bikeve ser milê wan bike. “

 

/ronahi.tv/