Nilüfer Koç: Jin divê hêza xwe bikin yek

Lewma car caran çalakiyên girseyî peş dixin, lê belê piştre demekî dirêj bêdeng dimînin. Ango hewldanên wan demkurt in û li gorî plansazî û rêxistinbûneke demdirêj tevnagerin. Gelek ji wan jiyaneke derveyî dewlet û pergalên deshilatdar nafikirin an jî xeyal nakin. An jî xwe ji civakê qut dikin û ji bo jiyaneke takekesî ji xwe re giravên piçûk avadikin. Ya rastî, dixwazin ku dewlet hebe û ji wan re hinek jî mafê jîyanê raber bike.

Bi guhertina qanûnan, weke rexistinên jinan ên di nav Neteweyên Yekbûyî (NY) de an jî rêxistinên ku aborîya xwe ji projeyên NY digrin, dixwazin dewletan bi reforman bedew bikin. Lê belê ya ku ev pirsgirêk afirandiye û hemû mafê jinê ji dest girtiye pergala mêr û kapîtalîzm bi xwe ye. Dîroka dewletê bi serdestiya mêr û kolekirina jinê dest pê kirîye û mixabin heta roja me îro berdewam e. Dewlet xwe li ser îdeolojiya zayendîperestî ya li dijî jinê avakiriye. Jina bindest bi dagirkeriyê re rûbirû maye. Lê belê tevî ku rastiyekî weha heye, weke jin em çawa dikarin bi qatile xwe re bi reforman û qanûnan bijîn?

Li ser gelê Kurd koletiyê ferz dikin

Her ku krîza pergala kapîtalîzme kûr dibe, erîşên xwe yên li ser jin, xweza û civakê jî ewqas dijwar dike. Weke gelek welatan, li Kurdistan û Tirkiye ev zext bi awayekî eşkere tê dîtin. Serokkomarê Dewleta Tirk Erdogan bi nijadperestiya xwe pêşengiya vê zilmê dike. Bi stratejiya Panîslamîzm û Panturkîzmê ku bingeha xwe ji nijadperestiyê digire, dixwaze li her aliyê Kurdistanê dagirkeriya xwe berfireh bike. Dixwaze civaka Kurd ya ku ev zêdetirî 40 sal in îdeolojîya Rêber Apo nas kiriye û azadîya jinê weke azadîya civakê dibîne, bike kole û hemû nirxên Kurd ku di encama têkoşîna azadiyê de ji nû ve zindî bûye tine bike. Bi siyaseta îmha, înkar û bişaftinê li ser gelê Kurd koledariyê ferz dike.

Jinên Kurd hedef tên girtin

Dewleta Tirk di vê siyaseta xwe de berî her kesî azadiya jina Kurd hedef digire. Çawa ku bi hevkariya DAIŞ’ê êrîş birin ser jinên Kurd ên Êzîdî û dîl girtin, îro jî li Efrînê heman qirkirinê li ser jinên Kurd dimeşînin. Kuştin, revandin, dîlgirtin, destavêtin, zext û hemû êrîşên ku rojane li Efrînê li dijî jinên Kurd pek tên ve rastiyê eşkere dike.  Li Bakurê Kurdistanê jî heman polîtîka bi rêbazên cuda tê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê qedexêkirina rexistin, mal, sazî, kooperatîf, meclîsên jinan û zîndanîkirina jinên Kurd yek ji encama vê ye. Dewleta Tirk difikire ku eger karibe têkoşîna jinên Kurd bişkîne, wê demê wê karibe bi rêya siyaseta xwe ya Panîslamîzm û Panturkîzmê stratejî û îdeolojîya xwe ya femînîcîdê li tevahî Rojhilata Navîn bimeşîne. Yek ji armanca zext û êrîşên dewleta Tirk ku bi rêbazên cuda rojane li ser jinên Kurd dimeşîne jî ev e.

Şerê paradîgmayan dijwar dibe

Lê tevî evqas zilm, zext û pirsgirêkan, cihê ku li dijî van polîtîkayan rêya çareseriyê nîşan dide jî Kurdistan e. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe rêya alternatîf jî nîşan didin. Lê divê vê têkoşînê bi jinên din yên cîhanê re hîn zêdetir parve bikin. Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd ji bo bîrdoziya rizgariya jinê ji aliyê jinên din ve jî were nasîn û di hemû qadên jiyanê de bandora xwe nîşan bide, bi taybet jî li welatên Rojhilata Navîn divê xebatekî berfireh bimeşîne. Li Rojhilata Navîn şer û nakokiyên di navbera paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêber Apo û ya zayendîperest an jî ya kapîtalîzmê de her ku diçe dijwar dibe. Erdogan bi xwe jî yek ji nûnerên paradîgmaya pergala kapîtalîzmê ye û hêzên din bi her awayî piştgiriyê didine. Encama vî şerê paradîgmayan wê rojên li pêşiya me û çarenûsa mirovahiyê diyar bike. Welatên dagirker dixwazin li gorî vê yekê şêwe bidin Rojhilata Navîn û cîhanê. Her çend hemû netew û welatên li Rojhilata Navîn kêm-zêde ji vî şerî bandor bibin jî, bê guman navenda stratejîk a vî şerî Kurdistan e.

Jinên Kurd divê pêşengiyê bikin

Di vê mijarê de têkoşîna jinên Kurd xwedî rolekî girîng e. Ji ber vê yekê di 8’ê Adara 2022’an de divê jinên Kurd çalakiyên xwe xurttir bikin. Di vê rojê de pêşengiya jinên Kurd ya di çalakiyan de girîng e. Ji ber ku ji Ewrûpa heta Asya, Afrîka û Avustralyayê li çar aliyê cîhanê jin ji vî şerê dijwar yên di navbera herdu paradîgmayan de bandor dibin. Ji ber vê yekê divê jinên cîhanê ji bo di têkoşîna xwe ya azadiyê de bi ser kevin hêza xwe bikin yek.

/newayajin.net/