Rêxistinên Jinên Rojavayê Kurdistanê, starta 8’ê Adarê dan

Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek çapemeniyê starta 8’ê Adarê dan û bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin ku beşdarî çalakiyên Roja Jinên Cîhanê bibin.

Platform û çalakiyên hevpar ên tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi daxuyaniyek çapemeniyê starta xwe dan. Wê rêzeçalakiyên îsal bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin” wê bê lidarxistin. Daxuyanî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna hemû rêxistinên jinan hate dayîn. Her wiha jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî daxuyaniyê bûn. 

 ‘Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin’

 Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star, Rihan Loqo ve hate xwendin. Rihanê wiha got:”Li ser navê platforma çalakiyên  hevpar ên  tevger  û  rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin”  em 8’ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû jinên cîhanê, dîlgirtiyên di zindana de û li dayîkên şehîdan pîroz dikin û bejna xwe li hember cangoriyên azadiyê ditewînin. Bi boneya Roja Jinê ya Cîhanê ku rastî 8’ê adarê tê, em bi rêzdarî  hemû şehîdên ku mohra xwe li rûpelên dîrokê xistine ji bo azadiya jinê bi bîr tînin. Hemû cîhan her sal roja jinan a cîhanê, ku dikeve 8’ê Adarê pîroz dikin. Li ser helwest û hevgirtina xwe tekoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa teqezî dike û bi israr rola xwe ya girîng di avakirina civakeke li ser bingeha wekhevî û edaletê dilîze.”

 ‘Şoreş bi destên jinê pêk hat’

 Rihanê wiha dom kir:”Pîrozbahiya Roja Jinên Cîhanê di encama têkoşîna bi milyonan jinan de ji bo bidestxistina mafên xwe pêk hat. Tevî têkoşîna bi dehan salan jin ji aliyê zihniyeta zilamsalar û desthilatdar ve rastî her cure tundî, zordarî û koletiyê hatin. Ji bo şikandina îradeya wan û dûrxistina wan a ji dîrokê li hemû cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn bi destên rejîmên otorîter û dewleta tirk a dagirker û rêxistinên tundrew, jin li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rastî işkencekirinê mîna li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Idlib, Bab, Cerablus û Ezaz ji ber binpêkirinên sîstematîk ên wekî sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê weke jenosîd, koçberkirin, girtin, destavêtin û zewaca bi darê zorê tên. Lê agirê têkoşînê tucarî venemirî û îspata wê ya herî baş jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku bi pêşengiya jinan hat meşandin û bi taybetmendiya xwe karîbû hêza xwe weke dayik, rêveberî, leşkerî, siyasî û diplomasî îspat bike. Bi vê bû şoreşa civakî û guhertinên bingehîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de da çêkirin û rola xwe di damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk de lîst, ji bo ku bibe mînak û çavkaniya îlhamê ya di têkoşîna hemû jinên cîhanê û heya niha  têkoşîna xwe ya bê westan didomînin ji bo parastina  destkeftiyên ku bi saya tekoşîna YPJ’ê û şehîdên azadiyê mîna Sosin Bîrhat, Awaz Urmiyê, Nûjyan, Rojîn, Viyan, Îvana Hofman, Kerîma Loran, Hevrîn Xelef, Hind, Seada, Zîlan Ereb, Wîdad Yûnan, Cumana El Mûsa pêk hat.

‘Hemû jin beşdarî pîrozbahiyê bibin’

Rihanê bang kir ku hemû jin beşdarî pîrozbahiyê bibin û wiha got:”Bi vê boneyê em bang li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku beşdarî çalakiyên Roja Cîhanî ya Jinan bibin û em bang li rêxistin û tevgerên jinan li cîhanê û bi taybet li Sûriyeyê dikin ku ji bo parastina şoreşê û bilindkirina asta tekoşînê bibin yek. Parastina nirx û mîrasê têkoşîna jinê, mayindekirina ewlehî û aştiya cîhanî, bidawîkirina dagirkeriyê û mîsogerkirina vegera herêman ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û ne navendî xebat bidin meşandin.

Li ser vî esasî bi dirûşma ‘Em ê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin’ destpêkirina pêngava xwe ya ji bo pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanî ya sala 2022’yan em ê ragihînin.

 Çalakiyên me ji 23’yê Sibatê heta 10’ê Adarê bi vî rengî dest pê dike:

 *Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê wê bêne lidarxistin.

*Di 1’ê Adarê de serdana goristanên şehîdan û pêxistina findan a li ser gorê şehîdan wê pêk were û li ser navê platformê daxuyanî wê bê dayîn. 

*Ji bo roja jinan ya cîhanê dayîna semînerên taybet.

*Lidarxistina panelan li ser asta herêmî û Rojhilata Navîn û li ser torên civakî wê pêk were. 

*Di 10’ê Adarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû tevger û rêxistinên jinan re şahiyek wê bê lidarxistin.

*Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameya xwe çalakiyên cur be cur pêk tînin.

/jinha/