Rojin Mehran: Agir heye dihindirê min da dixwazim bankim

Di hemû kêliyên ku me bi hev re derbas kiriye, tu jî dizanî ez îro bêhemdî xwe te pênase dikim, lê tu pênase nabî riyekî dûr heye dinavbera me da diseriyekî tuyî u diseriyè din de ez.

Agir heye dihindirê min da dixwazim bankim, biqîrim heta ev dil dibê bese bi tera çûde yajiyanê hebû, di her kêlîyekê de,  min ji rûyê te yê ku weke firîşteyan, ronahî û aramî jê difûriya, min jê hêvî û hêzeke mezin digirt.

Di her axaftinekê de, te jiyan bi min xweş dikir û bi te re ji xwe wateya jiyanê pir cûda bû, bi te re, ez fêrî felsefeyeke nû ya jiyanê bûm.

Bi te ra fêrî felsefa Rêber Apo bûm dinav her têlek porê te yê sipî de dîrokê xwe li hev dipêçand tu stêrk buyî û cihê stêrkan jî li ezmanane .

Ji her peyv û liveke te min bi dehan hêvî dihûnandin, wisa ez roj bi roj bi kenê te re mezin dibum, gulan xwe dinava destên te de xwe gul didîtin pêlin behran piştî te bizimanekî axiftin ba , baran ,çûk , ax, stêrk ,çiya ,dar û darstin bizimanekî navê te bang kirin leyla leyla ltu li kuyî te çima ji bedena xwe çarekê din ji bû azadiya me golavekî şîn li ser rûyê çiya raxist .

Diketim nava xeyalên bê dawî, dibe ku ew kenê te jî, sira xweşikî û bedewiya te bû,

lê tiştê ku ez dizanim, dilê te jî wisa her dikeniya, lewma kenê te, nedişibihiya kenê kesekî din.

Di ziraviyên te de evîneke bê dawî hebû, her tayekî porê te xwedî bi dehan cîrokan bûn, ew tayên porê te yên spî, xwedî bîreke pir mezin, ewqas dem û demsal derbas kiribûn, lewma jî dema ku bayekî, lê bida weke şaxê dareke pîroz difiriya û dîsa vedigeriyan, li ser rûyê te yê xweşnazik radiwestiyan.

Hemû êşên xwe min bi van kêliyan re ji bîr dikirin û min bi wê çavên te yên reş, pişta xwe rast dikir, di her kîliyê de, min bîriya te dikir û her ez ê bêriya te bikim… ez bêriya her tiştê te bikim.

Ez bêriya ken, axaftin, awir, acizbûn û kêfxweşiya te bikim birya te dikim ji hemu birînkirina mezintir .

Ez dizanim tu na axivî û tu êdî nayê lê ez ji dil de dixwezim dema berê bizîvire bila seatek be bila deqebin bila sanîbin ez tera bêjim  rêka xwe miqate be u rojên tu ji min açiz buye min efû bike û çareke tenê diguhê te da dîsa bêjim ez ji te pir hezdikim.

Ez nizanim qey qederê min xist rêka te û xwest vê janê bi me bide kişandin lê sebra xwe bi wê maçkirna dawî ya enya te ya bixwîn tînim  …

Tu dîrokekî nayê zîvirandin xemên min ne hindikin gelekin wekî sitêrkên bê hêjmara…