Rojin Mehran: Çavîk Leyla

– Li ser çonka te razam , xwenê azadiyê dîtim û bum xwediyê Armanç.

– Dengê şev û şefeqê yeke qêrîna dil bi navê Leyla jî yek e.

 Dibêjin mirin ebedî ye û yê diçe rih dimîne dibê mirov teslîmî qedera xwe bibe jana wê qebul bike, û li dijî çarenûsa xwe serî hilde, divê bibîne ku wê her tişt derbas bibe, ax sere ,dibe bizanibe ku tiştek jê nayê û dibê rastiya mirinê qebûl bike.

-Dîsa dibêjin yê ku diçe venagere…

Birîna ku carekê vebe nayê girtin .

Lê ez van hevokan nikarim bi Leyla re hevrûkirinekê çêkim, zor nivîs lê peyî yê ku jiyan bi te dan naskirin, hezkirin, fêmkirin û çûn.Di van sê salan de ez diçim kîjan cihê ku ez û tu cunê de, deynê xwe ji min dixwezim nebûna te deyne birçe li ser milê min, pir geryam li wî cihê ku difna te lê xwîn bu, li ser sînga xwe jî li te digerim, ew hîqa teyê dawî jiyan bi min da nasîn.


Hebuna te jiyan bû ji jina ku dixwestê xwe bi çiqilê Azadiyê bigrin, niha jî bi xeyalên te jin xwe berdidin koka azadiyê , fikra te zayîne ,soza şopa te qêrîne, însan û Mar bi xwendina rûyê te ma be wê ji hev hezbikin dema yek pirs dike dawiya jiyana leyla çawa bû tu tiştek nayê bîra min çîrok tên bîra min , bersivek bidim kesî nîne , tenê bêbextiya maseyên qirêj û jiyanê tên bîra min , zanebun , hêz, ken, eşq, hêvî,bawerî, ked, fedekarî, cesaret û dilpakiya te , di şefaqa sibê de ez dixwezim bibim Leyla…

Gotinek Leyla riya jiyana min û hemu jinan vedike:

-Ez naxwazim wekî her kesî bim, ez dixwazim cudahiya xwe bidomînim. Naxwazim jiyana xwe bi însanê şaş re yekim, jiyana xwe bêwate bikim..

Di vê mijarê de çiqas rexne li min hatin girtin jî. Min her tim li ser rêbazên xwe îsrar kir. Min fimkir ku ew rast e israr exlaq û wîcdan rastir. Min di jiyana xwe de encam dît. Pîvana min e esasî we e: pêşî bi xwe be, cûdahiya xwe biparêze eger tu xwe wekî kesî bikî tu ferqa te ji wan nîne.


Çavîk Leyla

Tiştek ku heta niha jî min hesud dike xweşik bûna şahedetê di nava wan lêvê te de min zindî dît ew jî cudahiya te bu.

– ji aşiqê hevaltiyê re dibêjim şopa dozê jî wekî tu cenezeyê hevalê xwe bigrî ser mil u serê xwe ber nede, nehêle endezyarê şer me bê xweşikiya rihê Leyla bikin…