Rojin Mehran: Leyla û Rojîn

Ji hevala xwe ra ya jiyanê ra dibêje. Qanayê rojan derbas dibe. Wê hîn jî derbas be. Dîrokên windabûyî. Dîmenên winda bûn û hîn tişt winda bibin hene. Hevaltî ew dara ku mirov jî beraketa wê bixwe dema pêwistiya me hebe. Em xwe bixin sîha wê da dema em westa bibin. Oksîjên bide me dema nefesa me teng dibe. Ew deriyekî sînore vekiriyê eger her derî werrin qapat kirin.

Ew ronahî dema em taritiyê da dimînin. Min got tu hevala min î, ji ber min xwe di suweyda dilê te da veşart.Tiştê te di nefesa me de çand îro lı ser ruyê me şîn dibe .

LEYİA AGIRI Kêliyên destpêke Tiştek di mêjiyê min da winda nabe. Ew roja ku me hevdu dît. Rojeki ji rojan bû. Ew e ku pêşeroja min diyar bikra. Ji min ra gotin duzenlema te gel Heval Leyla çebûye. Heval Leyla tu xwestiye, tu biçî gel wê. Min got na, çunkî min nas nedikir. Min navê Heval Leyla pir bihistîbû. Lê dema navê Leyla derbas dibû, nizanım. Min hîs dikir her kes bê hemdî xwe dikenin lêvên wan xweşıktır dibin dema ew nav derbas dibe.

Ez ji rêka dirêj hatim ji bo ez biçim gel wê. Dema ez di rê da bûm, hestirên min li pey hev dihatin. Ji min ra pir zehmet bû, terikandina karê min. Min nedixwest. Çunkî, ne min ew nasdikir û ne jî ew min nas dike tene ser min bihistibû. Her kes ji min ra gotin: biçe, tu yê şa bibî firestek u ketiye destê te. Digotin tu şanslî yî, tu rojeke bi Leyla jiyan bikî bila em niha cihê tedabana. Min digot ev Leyla kî ye? Çima her kes dixwaze biçe gel Leyla? Çi tê da heye? Çi cuda heye .

Dema min ev pirs dikir bersiva min mîlîtana zane ye û kesayetan ava dike pir guhdar dike tu bi seatan biaxivî jî ew guhdar bike rastî jî ewsa bu min her jêre digot sebra Eyop tera heye tu ewqas însanan bi sebir guhdar dikî. Bi keziya xwe dirêj, bi xweşikbûn û bedewbûn, zanebûn û xweşikbûna fikir tê naskirin. Bi tirsandina xwe ji mar jî. Digotin mar li pey Leyla nediqetiyan. Dema ez hatim min dît, min ra gotin ev Heval Leyla ye. Dema ez gihiştim gel te, di çavên te da min tiştek cûda dît ew rihê wê bi ken besbu. Ew dîroka min a windayê min di çavên te da dît.

Dawiya 2017an, ji min ra bû destpêka jiyanê. Dema ketina min ya derî hevalek derî vekir min got ez hatime gel heval piştra gazîkirin. Gotin mêvanek hat. Min dît heval Leyla hat. Ez xistim hembêza xwe da. Rojin Tu xêr hatî.hinekî rewşa min pirsî goy Hinekî istîrahat bike, em ê piştra biaxivin. Di van kêliyan da pir tişt di serê min da derbas bûn. Min nas nake wê çi ji min re bêje .

Piştî çend saet got em biçin bin darê. Di xaniyê me da dareke qeyisî mişmiş mezin hebû her min re digot reçela vê dare min re çêke lê ez nizam u min nizanibu reçel çêkim, Heval Leyla wê darê pir hez dikir. Her diçû bin vê darê xwe dirêj dikir. Em çûn bin darê, lê her çavê min li şalwarê wê bu.

Cara yekemîn jineke li Kobanê şalwar li xwe kiriye. Ez xwe ra ecêb mam. Jineke şalwar, kezî direj min hez kir weleh. Ez runiştim, got „Te şalwarê min neaceband? Ez ê ve çandê şalwar li hemu Kobanê belav bikim.“ Rastî jî wisa bû. Kê ew didît digot „Hevalek hatiye Kobane şalwar li xwe kiriye.“ Yê ku Heval Leyla nas nedikir digot Heval şalwer li xwe dike gotıye yan kiriye, çunkî cara yekemin li Kobanê çebûye. Heval Leyla got zaten me bi hevalan ra niqaş kiriye. Ser vê esasê tu hatiye vêderê, tu demekî li vir biminî, gel min. Di niqaşê da dema axaftina wê min dît ku jineke xwedavend ku min bike rêvebera vê jiyanê, ne aîde kesan.

Te bîra min vê rojê hestire min nedisekinî. Hinek gotin ji min ra gotin wekî zengil di guhê min da heta vê kêliyê jî lêdide. Got tu piçukî, jiyan hîn pir deriyan pêş te vedike. Ew hevala ku kesayeta min avakir, fêrî ratsiya jiyanê û ku êşa jiyanê derbas nabe, ilah tu deriye kêfxweşî lê vekî. rih geş dikir u got Em e bi hev du ra hareket bikin li gorî vê jî tu kar nas bikî em ê ked ber hevda bidin hev pêşxin . Min jî got temam Min Cîhan li beramberî xwe dît cîhana mine windayî çima na u rıhetî da xewn û xeyalê azadiyê heval leyla rıya wê kurtir dikir .

Ew dara ku em cara yekem di bin runiştin û me sohbet kiriye, ew bû şahîdê kenê veşartî di nava levê me da. Tirsa di dilê min da tiştek ne hêsan bû. Dema ez nêzî te bûm, di hindira min da rehetî ava bû. Rast e, ew hîsê min nexwestine ne hatinê naxwazim careke din werre. Di wir da min hîs kir ku tiştekî dişibe ya min heye. Tiştekî ez xwe biavêjim heye. Niha jî dema ez bînim bîra xwe dikenim Piştî vê, bi rojeke çuna me yekê bi hevre em çûn sersaxiyê yê malbateke hevalekî şehîd.

Dayîk hinek açiz bibu axift axift u piştra ji Heval Leyla ra got Hûn hatin cem min, we çima ev zarok xwe ra aniye? Heval Leyla got Na, yade. Zarok nîne. Mezine, mezin min dilê xwede got ev roja yekê ye , dema rabun heval leyla min re got eger ev milet çi bibêjî em ê guhê xwe vekin .

Di vir de mezin bûna wê min dît min hezkir bejin u bal , xweşikî guhdarkirin, femkirin, mehnadayîn u her di rojê de dipirse te çixwendiye u pêwîste tu bixwînî ez jî temam temam. û her ji xwere dibêjim a ha ev e cihê min e. axaftina hevalan dihat bîra min piştî sê rojan dema min çilê wê bi otê şewîtand xwe min de açiz kir got ha min mala xwe ava kir dunya min tarî kir ezz jı vê gotinê pir açiz bum ez ji xwere dibêjim çi bu şewitî şewitî. lê açiz buna wê jî ji bu min tiştek weke mirov bi hev şa bibe çinko nizane açiz bibe bi xwe tê gel te .

Piştî vî êdî em bûn hevalên û rewiyên, her rêyeke bi hev ra. Bîranînên nayên bîr kirin : Bîranînên nayên bîr kirin. Kêfxweşî tê da hebû, lê me nizanibû merin kengî li derî dide. Lê ez ê hewl bidim ku ez ê ji mêjiyê xwe sîl bikim ku em ji hevdu dur ketine. Ez bawer nakim ku me xatir ji hev xwestiye. Ji ber ku ez naxwazim xatir bixwazim. Tu kaniya jiyanê. Em bûn mêjiyekî di du laşan da. Tu bajarekî mifta wê hezkirin bû. Her ez ê bi bîra xwe bînim rojên te kêfxweşî bi min dana jiyan kirin. Lê dixwazim tu jî bizanibî çi di hindire xwe da ji te ra radikim. Te bîr tînim.

Dema Her sibe dest pê dike dema ku çav ronahî dibîne.Kêliya me ya destpêkê wekî ew kêliya ku ez niha têda hevaltî û soza me dinivîsim tiştek nehat guhartin hîna tu ew leylayî gel min u bihevra ne.çiqas di bedenda tu dur bî lê di rih de tu nêzî xewnên min bi êşa te rengîn dike. Piştî te fêrî zimanê bêdengiyê bum. Giranbûna rih ku îro bîranînê xwe bixim pelekî spî da. Hinek henek, hinek şer: Yek jı bîranînên me: Bîranînên nayên bîr kirin. Yê ku me bi hev re derbas kiriye. Hinek henek, hinek şer. Hinek henek û hinek şer ku me bi hev re derbas kiriye. Wekî her roj çûna kar û westandina rojê. Kar hinekî xweş diçê, hinekî zehmet diçe. Heval diçin û tên. Di nav da jî hazirtiya şerê Kobanê. Careke din pêvajoyê zehmet derbas dibin. Wexta razanê bû.

Min dît Heval Leyla pir westiya bû. Min xwest hinekî pê şa bibim. Min ra digot Tu nesekinî tu nahêlî em hinekî istîrehet kin. Ez çûm gel, min got min binêre. Nenerî. Min binêre, çavê min binêre. Careke bi dengekî bilind acizî û awir da min. Got çi heye di çavên te da çi? Ez pir ber xwe ketim. Çavêv min tijî bûn. Piştra min dîsa got, tu di çavên min da tiştekî nabînî? Bi xweşikbûna levê xwe kenî û got ez di çavên te da dinya dibînim…

Heval Leyla ronahiyeke ku taritiye şevê zelal dike…

7/3/2021