Rojîn Mehran: Rojbûna Leyla…

Rojbûna Leyla nêrgizên buharê vedike kenê wê reng dide meşa wê şopê dihêl 

Buhare 

Û şeva bê te dibare 

Û şeva bi te dibare 

Çibkim dunya lîstokek bê peymane 

Ez û tu wek xwenekê ji hev wendane 

Tenê ez û bajar 

Li bendewarîya te da şevdar dimînin 

Û kolan bi kolan 

Di nav nêrgizên buhara walat da li te digerin

Û çiqas dereng werî 

Çîlkek ji behra evîna min ji te ra kim nabe 

Û têlek ji porê te spî nabe 

Edî dem ji te bihtir ji bû tiştekî tune

Havîne 

Û heger tu nebî sivistan germtire ji vê havînê 

Zindan fereh tire ji vê havînê 

Tarî  ronahîtire ji vê havînê 

Mirin zindîtire ji vê havînê

 Havîn germe 

Bajar germe 

Tenê ez li bendewarî ya te da dicemidim…