Roza Metina: Girtiyên nexweş wijdanê civakê ne

Bi şertên dijwar li dijî girtiyan îşkenceya derûnî tê kirin û girtî ji mafên mîna tendirustî, paqijî, hevdîtin, xwendina pirtûkên bi kurdî û hwd. bêpar tên hiştin.

 

Roza Metîna

 

Li dijî girtiyên jin ên mîna Garibe Gezer helwest û sekna serhildêr nîşan didin jî êrişên taybet û sîstematîk tên kirin. Ji ber helwesta xurt û zelal a Leyla Guven berê 22 sal û 3 meh ceza lê hat birîn û herî dawî jî keça wê diyar kir ku gardiyanan gef lê xwarine. Dîsa Aysel Tugluk a di heman demê de parêzvaniya mafê mirovan kiriye û jina yekem e ku hevserokatiya nîşaneya temsîliyeta wekheviyê ye kiriye îro tevî nexweşiya wê giran e jî di bin şertên dijwar de li girtîgehê tê girtin. Her wiha girtiya siyasî Selma Yilmaz jî 2 sal in zarokê xwe nikare bibîne. Sîstema dixwaze di nava civakê de her kes ji xeyal û armancên xwe bên dûrxistin bi zextên li girtîgehan jinên hêvî, têkoşîn û azadiyê esas digirin dike hedef. Lê belê vê yekê tim ji bîr dikin. Wê polîtîkayên teslîmgirtin û têkbirinê tu carî têra hêviya jinên serhildêr nekin. Ji ber ku ev hêvî serfiraziya jinê mîsoger dikin.

Dijminatiya mirovahiyê ya li girtîgehan

Li hember avakirina jiyaneke nû li Tirkiyeyê her roj qeyranên nû li yên berê bi zaneyî tên zêdekirin. Polîtîkayên desthilatdariyê yên çewisandinê qeyranên nû xwedî dikin. Li gor hemû anketên di demên dawî de hatine çêkirin ciwan ji jiyana xwe ne razî ne û bê hêvî ne. Em dikarin bêjin ciwan ji rewşa siyasî, aborî û civakî bi guman in. Li welatekî ku ciwan ji siberoja wê bi guman bin kêm zêde mirov dikare texmîn bike ku girtîgehên wî welatî di çi halî de ne. Hewildanên ji bo demokrasiyê û azadiyê li vî welatî bi rêya binpêkirina mafên li girtîgehan jî her tim hatiye xwestin bên manîpulekirin. Îktidara ku tenê di destan de hêz û baweriya cezakirinê maye li girtîgehan dijminatiya mirovahiyê dike û li derve jî hem dijminatiya mirovahiyê hem jî dijminatiya xwezayê dike. Gotina girtiyan û xizmên girtiyan a ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’ jî bi vî rengî tê xwestin bê manîpulekirin.

Rewşa ku vediguhere rêbazeke îdamê

Li dijî daxwaza ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’ hiqûqa dijminatiyê dikeve meriyetê. Li gor agahiya Hulya Anci ya girtî li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê girtiyên bi navê Muhlise Karaguzel, Rojbîn Yakut, Gulazer Akin, Aysel Dodar, Hacer Halil Yusuf, Merve Aydogan, Dilşad Şengul, Naime Encu bi giranî nexweş in. Rewş û şertê van jinên nexweş li demê belav dibe û vediguhere rêbazeke îdamê. Jixwe ev yek ji mînaka herî şênber e ku hiqûqa dijminatiyê li girtîgehan di meriyetê de ye. Her jin bi aliyekî xwe dibin hedef. Ji nava van nexweşên giran nivîskar Gulazer Akin jî ji aliyekî, ji ber bi nêrîn û xeyalekî wêrek ji kevneşopiya ku civakê di nava qaliban de difetisîne dûr, dinivîse dibe hedef. Kesên mafê parastinê û dermankirinê didin kujeran mafê herî rewa yên van jinên ji bo doza xwe li ber xwe dane, nade. Ji aliyekî ve jî di vegera nexweşxaneyê de 14 roj karantîna li girtiyên nexweş tê ferzkirin loma jî gelek girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, naxwazin biçin nexweşxaneyan. Jixwe xizmên girtiyan di roportajên ku didin de diyar dikin ku bi zaneyî girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên betalkirin li Amed û Wanê dest bi nobeta edaletê kirine jî dibêjin ‘Tu sûcê zarokên me tune ye ji ber li dijî neheqiyê derketin di hundur de tên girtin. Bi hezaran roj derbas bibin jî heta daxwazên me bi encam bibin em ê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin.’

Parastina rûmeta heq, hiqûq û edaletê

Dewsa dostaniya reng, nîjad û dengên cuda mixabin bi pergala li girtîgehan jî dijminatiya reng, nîjad û dengên cuda tê kirin. Pergal li ser esasên mayindekirina faşîzmê hatiye avakirin. Dosyaya Cemil Kirbayir a ket ber demboriyê jî vê pergala faşîzmê bi awayekî eşkere radixîne pêş çavan. Dayika Berfo ya dêya Cemil a deriyê xwe her vekirî dihişt da ku rojekê dibe ku Cemil vegere were malê di esasê xwe de mînaka sîleyeke li dijî vê pergalê ye. Ji ber ku ev pergal parastina heq, hiqûq û edaletê nake. Ger parastina heq, hiqûq û edaletê bihata kirin bersûcê tecawizê Alpay Çomez Serokê Ocaxên Ulkucuyan ê Umurluyê yê berê, serbest nedihat berdan û parêzvanên mafên mirovan jî di zindanan de nedihatin girtin. Dîsa Zekiye Tekin a 65 salî ya bi nexweşiya pençeşêrê ye di girtîgehê de nedihat girtin. Jixwe hêzên serdest her dem bi rêya daraza li gor xwe ava dikin heq, hiqûq, edaletê jî vala derdixin û pûç dikin. Ev hemû berhemên mejiyê mêr ê vê sîstemê bi rê ve dibe ye. Ev di heman demê de berhema Plana Çalakiyê ya Veşartî ya ji 62 madeyan pêk tê ye. Ev plana dijbertiya nirxên têkoşîna azadiya gelê kurd diparêzin, dike.

Binpêkirina mafan polîtîk e

Li gor rapora girtîgehên li Anatolyaya Navîn a Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê di nava sala 2021’ê de 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 314 girtiyan ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD’ê dane. Dîsa yek mînaka binpêkirina mafan betalkirina înfaza Hasan Aşa ye. Înfaza girtiyê nexweş Hasan Aşa ku ji sedî 91 fonksiyonên laşê wî betal bûne, hat betalkirin. Hasan ji ber vê 10 rojên tedawiyê qebûl nake… Binpêkirina mafên li girtîgehan û girtina girtiyên nexweş ên di bin şerdên dijwar de ne li gor pergal, mevzuat û hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye. Loma jî em dikarin bêjin binpêkirina mafan polîtîk e. Li dijî hukumeta xwe wekî navenda şer bi rêxistin dike û tolhildana ku dixwaze bigire gotina Încî Guler a çalakvana “Nobeta Edaletê” ya “Qiyamet rabe jî em ê daxwazên xwe dîsa bînin ziman” gelekî bi wate ye.

Mijara girtiyên nexweş wijdanê civakê ye

Têkoşîna li dijî hukumeta şer bi helwest û rêbazên hevpar ên ji bo serkeftinê wê gurtir bibe. Dema mijara girtiyên nexweş û yên înfaza wan tên betalkirin bibe mijara hemûcivakê wê demê gihaştina armanca biserketinê dê hîn watedar bibe. Çimkî Mijara girtiyên nexweş wijdanê civakê ye. Xwedîderketina wijdanê civakê jî xwedîderketina heqîqet, nasname û têkoşîna xwe ya bi salan e. Deng û awaza ji bo azadiyê jî bi vî rengê nêzîktir dibe. Li dijî faşîzma tê belavkirin û qirkirina çandî ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî birina ber bi çarmixê ve ya girseyî pênase dike berxwedaneke herî mezin jê xwedîderketina wijdanê civakê ye. Xwedîderketina wijdanê civakê di heman demê de tê wateya sekneke xurt a li dijî parîyên ku sîstema heyî dixwaza em pê qîma xwe bîne.

/newajajin.net/