Roza Metîna: Govenda azadiyê ya Newroza 2022’yan

Newroza sala 2022’yan bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) li Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bi coş û kelecaneke mezin hat pîrozkirin.

Tevî astengî û êrişa polîsan, berfa dibariya û sermayê jî kurd bi kincên xwe yên gelêrî daketin qadan û agirê Newrozê bû berxwedana geşkirina hestên neteweyî. Li qadên ku tije bûn peyama em bi agirê Newrozê serî hildin û azad bibin hat dayin. Kurdan li dijî zihniyeta yekperest, zilmê, zordestiyê serî hilda û gotin bila Newroz bibe wesîleya têkçûyina tecrîdê. Her wiha hat gotin tecrîda li ser Îmraliyê, êrişeke li ser aştiya civakî ye. Dayikên Aştiyê û malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û înfaza wan hatine betalkirin dest bi Nobeda Edaletê kiribûn jî daxwaza xwe ya edalet û aştiyê dubare anîn ziman. Li Xarpêtê jî tevî qedexeya walîtiyê jî gel bi coşeke mezin govenda serkeftinê gerand. Li dijî qedexeyê bersiva, “Îro li Kurdistanê li dijî zilmê agirê vejînê hil dibe” hat dayin.

Deklarasyona Newroza 2022’yan

Starta Newrozê bi deklerasyonê di 10’ê Adarê de ji aliyê Partiyên Tifaqa Kurdistanî ve li Amedê hat dayin. Di deklarasyona Newrozê ya 2022’yan de xalên girîng cih girtin. Partiyên Tifaqa Kurdistanî bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û têkoşîna ku li dijî tecrîdê divê bê dayin. Her wiha hat gotin divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Girtiyên di girtîgehê de nehat jibîrkirin û hat gotin divê binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe. He wiha xaleke girîng a deklarasyonê yekîtiya neteweyî bû. Hat gotin, “Li dijî êrişên kolonyal û şovenîst ên li dijî gelê kurd roj roja yekîtiya neteweyî ye.” Di heman demê de jî li ser xala qeyrana aboriyê ya bandoreke neyînî di serî de li ser jinê û li ser hemû civakê dike, hat sekinandin. Di deklarasyonê de hat gotin azadiya min nasnameya min e, em ê Newroza 2022’yan wek Newroza azadî û serkeftinê pîroz bikin û êdî dema parastina destkeftiyan û bidestxistina mewzîyên nû ye.

Agirê Newrozê yê ewil li Elkê hat pêxistin

Biryareke din a ji bo Newrozê hat dayin ew bû ku agirê Newrozê yê ewil li Elkê bê pêxistin. Ji ber êrişên dijwar ên li ser Elkê yên di demên dawî de zêdetir bûne biryar hat dayin ku agirê ewil ê Newrozê li Navçeya Şirnexê li Elkê li dijî êriş û zordestiyê geş bibe. Di Newroza 2022’yan de jî strana Newrozê ya nû ya bi navê Agirê Newrozê Hilke hat gotin. Gel bi strana nû ya Newrozê govenda serfiraziyê gerand û qad tije kir. Li qadan bi stranên xwe hêviya azadiyê geş kir.

Newroz raperîna azadiya jinê ye

Jinên kurd di Newroza 2022’yan de jî qad bi rengên xwe xemilandin. Dilê jinên kurd ên li çar parçeyan bi agirê Newrozê bû yek. Jinên girtî jî peyamên xwe yên Newrozê ragihandin. Ayla Akat Ata ya ku li Girtîgeha Jinan a Sincanê girtiye got, “Newroz ji bo kurdan cejna neteweyî û berxwedanê ye.” Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li girtîgeha Jinan a Amedê dimîne peyama Newrozê şand û da zanîn jinan ji 8’ê Adarê heta Newrozê berxwedaneke mezin nîşan dane û got; “Berxwedan tune be azadî jî  tune ye, heta em nebin yek em ê bi ser nekevin.” Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî ji girtîgehê peyam şand û bal kişand ser girîngiya yekîtiyê. Leylayê got, “Em ê li dijî zaliman yekîtiyê ava bikin. Dîsa jinên elewî, çerkez û ermenî jî diyar kirin ku Newroz ji bo gelan cejna vejîn û berxwedanê ye û gotin, “Newroz ronahî ye, derketina ji tarîtiyê ye, azadî ye.” Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî berî Newroz pêk were banga tevlîbûnê kir û got, “Ez hêvî dikim aştî pêk were.” Ji aliyekî din jî Dayikên Aştiyê li Stenbolê agirê Newrozê pêxistin. Li Îzmîrê jî malbata Deniz Poyraz agirê Newrozê vêxist. Di vê Newrozê de jî jinan bi dengê xwe û bi tilîliyên ku berz kirin rola xwe nîşan dan. Jinan bi rihekî serhildêr ku feyza xwe ji Sema, Zekiye, Rahşan, Ronahi û Bêrîvanan girtine daketin qadan. Sema Yuce jî berî bedena xwe bide ber agir balê dikşîne ser rola jinê. Dema di 21’ê Adara 1998’an de li girtîgehê bedena xwe dide ber agir balê dikşîne ser polîtîkayên li dijî kurdan tê meşandin û dibêje ew ê jin pêşengiya Kurdistaneke azad bikin.

 

Kurdan li berf û sermayê guhdar nekirin

Yek ji cudahiya Newroza îsal jî ew bû ku tevî meha adarê jî bû li gelek bajarên Kurdistanê berf bariya. Gelê kurd di bin berf û sermayê de govend gerand. Jixwe li Çewlikê jî hinek rêyên gundan hatibûn girtin. Kesên ji bo pîrozbahiyên Newrozê xwestin werin bajêr ji ber rê hatibû girtin paşde vegeriyan. Lê belê tevî şerdên zehmet ên hewayê jî qad tije bûn. Bi vê yekê dîmenên balkêş û xweş derketin pêş. Kurdên di bin berf û sermayê de govend gerandin qêriyan û gotin, “Bila Newroz bibe Newroza azadî û serfiraziyê.” Her wiha li navendên Newroz lê hatin pîrozkirin hunermend derketin ser dikê û bi stranên gotin rengekî cuda dan Newrozê. Li gelek cihên Newroz lê hat pîrozkirin piştre meş hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên mîna”Bijî Serok Apo”,”Bijî berxwedana zindanan”,”Şehîd namirin”,”Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.

Li dijî zext û qedexeyan Newroz hat pîrozkirin

Gelê kurd di Newroza îsal de jî li zextan guhdar nekir û agirê azadiyê gur kir. Li qadên Newrozê lêgerîna berfireh hat kirin. Heta li hundur solên kesên hatin Newrozê jî hat nihêrtin. Kesên bi kincên xwe yên kurdî xwestin bikevin qada Newrozê ji ber kincên xwe yên kurdî hatin astengkirin. Li hinek cihan şalên bi rengê kesk û sor û zer ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Li dijî zextên hatin kirin jî gelê kurd got, “Dê Dehaqên serdemê têk biçin, agirê Newrozê bi ser bikeve.” Dîsa dowizên wêneyên Deniz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin, Garibe Gezer a li girtîgehê hat qetilkirin û Kemal Kurkut ê li Newroza Amedê hat qetilkirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan ew negirtin qadê. Komîteya Tertîpê jî bi gotina “Kemal Kurkut, Deniz Poyraz Garibe Gezer nemir in” bersiv dan polîsan. Li Xarpêtê jî tevî qedexeya walîtiyê jî gel bi coşeke mezin govenda serkeftinê gerand.

Li Meletê Kemal Kûrkût hat bibîranîn

Kemal Kûrkût ku di sala 2017’an de di Newroza Amedê de ji aliyê polisan ve hat qetilkirin li Meletê hat bibîranîn. Agirê Newrozê yê Meletê ji bo bînanîna Kemal Kûrkût hate gurkirin. Her wiha Kemal Kûrkût di 5’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Peyama Fîlozof Noam Chomsky

Zimanzan, dîroknas, filozof û dostê gelê kurd Noam Chomsky ji Newroza Wanê re peyameke bidîmen şand. Noam Chomsky, da zanîn ku gelê kurd ji bo azadî û edaletê weke egîdan têkoşiyane û got têkoşîna gelê kurd îlhamê dide. Her wiha got, “Gelê kurd tevî zext, zor û tundiyê jî bi ser ketin. Ev berxwedan û serkeftina gelê kurd ji bo me dersek e. Li ser Birêz Ocalan tecrîdeke tirsnak mijara gotinê ye. Ev tecrîd bandorê li ser gelê kurd jî dike. Divê ev tecrîd bi dawî bibe.” Ev peyama Noam a di Newrozê de girîng bû.

Govenda azadiyê ya Newroza 2022’yan

Tevî hemû qedexe û astengiyan govenda azadiyê ya Newroza 2022’yan hat gerandin. Ji 7 salî heta 70 salî gelek kesî qadên Newrozê tije kirin. Li Amedê ciwanan barîkat hilweşandin û herikîn qada Newrozê. Li dijî faşîzm, dagirkerî û mêtingeriyê dengê xwe bilind kirin. Qadên Newrozê bi cilên kurdî û kesk û sor û zer xemilîn. Gelê kurd got, “Girtiyên şoreşger rûmeta me ye”,”Dem dema azadiya Ocalan e.” Kurdên ku herikîn qadan û gotin, “Newroz yekîtî ye “,”Em ê bi berxwedanê qezenç bikin” di heman demê de bal kişandin ser meseleya kurd. Her wiha bi yekdengî sirûda “Çerxa şorê” hat xwendin. Tiştekî din jî ku di Newrozê de bal kişand beşdariya zêde ya ciwanan bû. Ciwanên ku diyar kirin, Dehaq xelas nebûn lê gelan jî tu caran li dijî Dehaqan serê xwe netewandin bûn rengek, dengek, awazek. Di Newroza îsal de jî dîmenên balkêş derketin pêş. Ciwanên li Amedê yên bi hespan diçûn qada Newrozê jî dîmenekî din ê balkêş bû. Bi dîmenên balkêş, peyamên hatin dayin, dirûşmên azadiyê yên hatin berzkirin û coşa mezin Newroza sala 2022’yan mohra xwe li dîrokê xist.