Roza Metina: Qarneya AKP’ê ya 21 salî; Êriş, tundî, kuştin…

Di 21 salên îktidara AKP’ê de her cure polîtîkayên dijminatiya li dijî jinê ketin meriyetê. Ne budçeya jinê lê ya şer hat hilbijartin. Vê sîstema yekperest li her derê destkeftiyên jinê kir hedef û mijara bazarê. 

Her wiha Zagona Kar mafê jinê neparast, bi rêya weqfan tecawiz li jinan hat kirin, ji ber bêtedbîriyê jin di erdhejê de mexdûr bûn û mecbûr man zarokên xwe li ber ava baranê bişon û dijminatiya bi destên qeyûman a li dijî jinê pêk hat. Di vê serdemê de pitikên di zikê dayika xwe de bi dayika xwe re hatin qetilkirin. Loma jin dibêjin em ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de faşîzmê û rejîma yekzilamî têk bibin. Loma Emîne Şenyaşar dibêje:”Ew ê ev îktidar biguhere û ew ê ev zilam biçe.” Jinên li herêmên erdhejê jî dibêjin:”Em dengên xwe nadin dijminên jinan.” Vê sîstema rantxur neheqiyeke mezin ji ser nirxên olî jî li jin û civakê kir. Di qarneya AKP’ê ya 21 salî de ji êriş, tundî, tunehesibandin û kuştinê wêdetir tu tiştek tunebû.

Qadên cemaweriyê li jinan hatin tengkirin

Di nava 21 salî de AKP’ê siyaseta cihêkarî û nefretê di serî de li dijî kurdan û li dijî hemû kesên ne li aliyê AKP’ê ne, pêk anî. Her wiha tifaqa AKP-MHP’ê tu carî berpirsiyariya xwe ya siyasî bi cih neanî. Qirkirina ekolojîk û civakî ji xwe re kir wekî adetekê. Hewl da teşeyê li gor desthilatdariya xwe bide her tiştî. Loma jî AKP’ê di destpêkê de êrişî destkeftiyên jinê kir. Qad li jinan teng kir. Yek ji qadên giring ên cemaweriyê ne. Li qadên cemaweriyê mobîng, tundiya derûnî, cihêkarî, êriş li hemberî jinê tên kirin. Ev yek di dema AKP’ê de zêdetir bû. Bi helwesta hegemonîk a li hemberî jinê di qadên cemaweriyê de gelek derfet ji bo mêran hatin avakirin. Lê belê jin jî hatin dûrxistin. Gelek sedem hene ku jinê ji qadên civakî dûr dixe. Ev sedem jî ji ber helwest û tevgera îktidara heyî diqewime. Asta perwerdeyê ya kêm, koçberî, qalibên civakî, heqdestê kêm, kêmasiya lênêrîna ji bo zarokan û gelek sedemên din nahêle jin di her qadê de bi awayekî çalak tev bigere. Polîtîkaya 21 salan a AKP’ê jî bingeha vê yekê ava kir.

Tecrîda li ser jinê dewam kir

Yek ji mijarên herî giring mijara tecrîdê ye. Ev mijar di serdema îktidara AKP’ê de her ku çû kûr bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 24 sal in di bin tecrîda giran de ye. Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtina telefonê kir lê belê ew jî hat qutkirin. Ji wê çaxê de ye ev 2 sal in xeber jê nayê girtin. Ev tecrîd bandoreke mezin li ser jin û civakê jî dike. Tecrîd her ku kûr dibe meseleya kurd û pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî jî kûr dibin. Tecrîd wekî alaveke siyasî li dijî gelê Kurd tê bikaranîn. Têkoşîna jinan û gelê kurd a li dijî tecrîdê jî dewam dike.

Êrişên li dijî ziman û nasnameyê

Bi milyonan jinên kurd ên ku her tim êriş li ser nasnameya wan pêk tê ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatin hiştin. Êrişên li dijî ziman, çand, huner, erdnîgarî, xweza, nasnameya gelê Kurd dewam dikin. Li gor zagonên ku parastina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê dikin û Tirkiyeyê jî îmzeya xwe li binî daniye, mafê herî rewa ye ku Kurd bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Lê belê li dijî parastina bi zimanê dayikê û axaftina bi zimanê xwe êrişên nîjadperestî ji ber helwesta îktidara heyî ya AKP-MHP’ê pêk hat. Ev êriş di îktidara AKP’ê ya 21 salî de her dewam kir. Wekheviya di navbera mirovan de, ya di navbera jin û mêr de gelekî giring e. Di nava civakekê de dema wekhevî tune be li wir bêedaletî heye. Heqê mirovan tê xwarin û aramiya civakê têk dibe. Di 21 salên îktidariya AKP’ê de wekheviya jin û mêr nehat parastin. Her dem hewldana veşartina vê rastiyê hebû. Dema tu devê AKP’ê vedikî, dibêje me tundî, newekheviya meaş, bêkarî bi dawî kirine û em jinan diparêzin. Lê belê gelek daneyên li ber destên me van gotinan piştrast nakin. Li gor rapora sala 2022’yan a Keda Jinê ya Daîreya Lêkolînê ya DÎSK/Genel-Îş’ê li Tirkiyeyê mêr di nava salekê de ji sedî 27,4 zêdetir qezenc dike. Dîsa li gor lêkolîna DÎSK’ê li Tirkiyeyê 3,5 milyon jin ji ber keda lênêrîna bêpere didin loma jî nikarin tevlî nava xebata jiyanê bibin. Daneyên TUIK’ê yên 2020’î nîşan dide ku jinên 25-49 salî yên zarokên wan di bin 3 salî re ye para îstihdama wan ji sedî 25,2 ye lê yê mêran ji sedî 85,5 e. Ji ber van daneyan em dikarin gotina îktidara heyî ya “wekheviya jin û mêr” pûç derxin.

Ne budçeya jinê ya şer hat hilbijartin

Li Tirkiyeyê rewşa aboriyê gelekî xirab e. Berpirsiyarê vê yekê dîsa îktidara 21 salî ya AKP’ê ye. Ji aliyê îktidara heyî ve hewldana çareseriyê ya aboriya xirab a aqilê mêr bûye sedem, tune ye. Berdêla vêya ya herî mezin jî dîsa jin didin. Budçeyeke mezin li Tirkiyeyê ji bo şer tê veqetandin û ev yek dîsa bondorê li ser aboriyê dike. Li gor hinek daneyan budçeya ji şer hatiye veqetandin 128 qatî ji ya jinê zêdetir e. Li welatên mafê jinê, jiyanê, civakê, aştî û azadiyê tê parastin ewqas budçe ji bo şer nayê veqetandin. Ji bo sala 2023’yan 468 milyar TL ji bo şer hat veqetandin. Navê vê yekê jî dikin ‘parastin’. Loma daxwazên jinên Partiya Çep a Kesk ên avakirina Wezareta Jinê, parastina zimanê dayikê, nasname, maf û destkeftiyên jinê, pêkanîna Peymana Stenbolê, sepandina Zagona 6284’an, avakirina perspektîfeke bi pêşengiya jinê li dijî vî şerî bersiveke xurt e. Jixwe ji van daxwazana gelekî jê di beyannameya hilbijartinê ya jinên Partiya Çep a Kesk de jî cih girtin.

Nûnertiya siyasî ya jinê hat astengkirin

Nûnertiya siyasî ya jinê ji bo civakek demokratîk ji xaleke sereke ye. Di her qadê de nûnertiya jinê bingeha jiyaneke wekhev û pêşketî ye. Lê belê dema em li rewşa partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê dinêrin nûnertiya siyasî ya jinê kêm e. Hebûna jinê ya di partiyên siyasî, meclîsên herêmî û navneteweyî de kêm e. Ji bo jin di qada siyasetê de nûnertiyeke baş bike tu hewldanên AKP’ê di nava 21 salan de çênebû. Hinek jinên di nava vê partiyê de cih digirin jî tenê sembolîk dimînin. Serokomarê AKP’yî Tayyip Erdogan di axaftina vekirina nexweşxaneyekê de ji bo bên ser dikê, ji bo du jinên parlementer gotibû ,”Sembolîk be jî em du jinên parlamenter bigirin.” Vê zihniyeta ku îradeya jinê tune dihesibîne tim êrişî pergala hevserokatiyê ya HDP’ê jî kir. HDP ya ku kotaya jinê, wekheviya jin û mêr, parastina îrade, nasname, maf û destkeftiyên jinan esas digire, tim bi êrişên vê zihniyetê hat xwestin bê çewisandin. HDP’ê jî her tim li dijî vê zihniyeta yekperest a bi salan nûnertiya siyasî ya jinê asteng kir, li berxwe da. Me di lîsteya namzetan a sala 2023’yan ya AKP’ê de dît ku jin hema bêje tune hatine hesibandin û kujerên jinan bûne namzet. Lê belê berovajî vê yAll Postsekê herî zêde namzetên jin di Partiya Çep a Kesk de cih girtin. Di lîsteya namzetan a 34 bajarî ya Partiya Çep a Kesk de jinan di rêza yekemîn de cihê xwe girtin. Îktidara AKP-MHP’ê ji jinên di qada siyasetê de nûnertiyê dikin û xwedî gotin in aciz e. Tifaqa Cumhur destkeftiyên jinan ên bi salan bi kedeke mezin hatine qezenckirin bi tifaqên paşverû tune dike û dike mijara nîqaşê.

Zagona Kar mafê jinê naparêze

Di hiqûqa kar a tirk de qaşo gotinên parastina mafên jinan tên kirin lê belê di pratîka AKP’ê ya 20 salî de ev yek qet xuya nake. Zagona Kar mafê jinê naparêze, wekheviya zayendê tune ye û li qadên xebatê mêr dest dirêjî jinan dike. Mobîng û destdirêjî jî bandoreke neyînî li ser derûnî û tendirustiya jinan dike. Jixwe li Tirkiyeyê jin ji gelek mafên xwe yên tendirustiyê jî bêpar tên hiştin û bi taybet jî îktidara heyî di vî warî de jî berpirsiyariya bi salan e bi cih nayne.

Çalakiyên jinan sûc hatin hesibandin

Jinên ala têkoşînê hildidin û li berxwe didin her tim bûn hedefa îktidara AKP’ê. Jinên dadikevin qadan û li dijî tundî, neheqî, zilmê dengê xwe bilind dikin hatin darizandin. Herî dawî di îddianameya 23 aktivîstên TJA’yê de çalakiyên 25’ê Mijdar û 8’ê Adarê wekî sûc hatin hesibandin. Bi polîtîkayên bêcezahiştinê kujerên jinan hatin berdan lê belê jinên ku dirûşma têkoşîn û azadiyê berz kirin hatin binçavkirin, girtin, darizandin.  Her wiha di serdema îktidara AKP’ê ya 21 salî de zagonên jinan hedef hatin girtin, ji bo kontrolkirina civakê û kêmasiyên xwe veşêre Zagona Dezenformasyonê hat derxistin,  gelek mirinên bi guman ên jinan çêbûn, bi rêya weqfan tecawiz hatin kirin, girtîgeh wekî mekanîzmayên kontrolê tên bikaranîn, hîn Nobeda Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar dewam dike, ji ber bêtedbîriyê jin di erdhejê de mexdûr bûn, bi destên qeyûman dijminatiyeke mezin li dijî jinê hat kirin. Lê belê jinan bi rihê yekîtiyê li qadan li dijî vê zihniyetê ala têkoşînê bilind kirin û soza serhildaneke mayinde dan. Kurtayiya qarneya AKP’ê ya 21 salî; êriş, tundî, kuştin, tunehesibandin, qirkirin, parastina polîtikayên şer in.

 

/Newaya Jin /