Şêniyên kantona Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Silava Remedan re xwest

Silava Remedan ji ber birînên xwe yên giran di encama êrişa balafireke bêmirov ya dagirkeriya Tirk di 1’ê Îlonê de şehîd bû. Bi sedan şêniyên kantona Hesekê berê xwe dan kon û sersaxî ji malbata şehîda Silava Remedan re xwestin.

Konê sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê li pêşiya mala şehîd a li taxa rojava ya navçeyê hat vegirtin.

Di merasîma sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed El Xetîb axivî û got:

“Dijmin li dijî gelê me yê bêsûc êrişan pêk tîne û welatiyan dikuje, lê ew nikare me ji xaka welatê me dûr bixe, bi îradeya gelê xwe em ê li ber xwe bidin û rê nadin dijmin ku xaka me dagir bike.”

Her wiha, bavê şehîd Silava Remedan, Azad Remedan jî diyar kir ku ew û malbata xwe wê li ser şopa şehîdan bin û destkeftiyên wan biparêzin.

 

/ ronahi. tv /