Şilan Çelle: Ez çum bajarê şehidan Kobanê…

Ez çum bajarê şehidan Kobanê.. Mın 18 gulanê  bi kelacanek pır mezin desp bı rêwitîya xwe kır. Lı gel min jineki şoreşger ya  18 Sali  jı Kobanê û jinêki Enternasyonalist ya ku jı Bolivya hebun. Minê care yekem bajarê berxwedanê ditiba  jı bo wê meraqa min gelek mezin bu. lı wır rastiyek gelek mezin hatibu jîn. Berxwedana sedsalê bi navê gelê me bi awayeki destaneyi hatibu jiyankırın.

Lı wir her kolan u kûçe bi xwina hevalên me hatibun neqişandın. Jı bo wê hestên min geleki cûda bun. Rêya me gelek dur bu. jı ber dagırkeriye tirkiye lı Rojava rêyen me yên qada firatê pır hatibun guhertin. Berê şerê Serikaniye te dıkari bu dı nava sê saatan de jı cezirê biçi Kobanê. Lê piştî dagirkirina Serêkanîye çuna Kobanê gelek zehmet buye. Tu dı nav herêmên Ereban de nezi 9 saatan rê diçi.

Rêyen xırap, herêmên ne ewle u kela germa çolande  rêwiti kırin çendi zore. Vineki mezin dıxwaze. Dema maşineya te jî pır ne baş be ya star çendi zehmet dibe rewş. Dema çuyinê de me li Raqqa bêndevedana nıvro kır. Lı wır hevalên nas hebun em lı gel wan bun mêvan.

Raqqa bajareki lı Bakurê Suriyê lı ser ava fıratê hatiye avakirin. Nêzi bajarê mezin Helabê ye.  Berê lı vir camiya Veysel karani ji hebu. Lê min nedit. Ne diyare dibe dı şerên dawî de ew ji hatibe ruxandinê mina hezar û yêk cih û warên xakên me. Raqqa berê  şeşe min bajarê mezin yê suriyê bu.  Diroka kevnar de jî buye peytextê Abbasiyan. salên 2014-2017 de yan jî buye peytexta DAİŞ ê. DAİŞ di nav şer de tevahi binesaziyên olî yên ne sunîne ruxandine. Ji bo van kiryarên DAİŞ ê bı rasti gotin nine mırov bıkarbîne.  17 cotmeha 2017 de hêzên  me yên QSD  ê ev bajar rızgarkiri bun.

Dema ez ketim bajar nızanım çı jı mın bu. Bajareki kavil buyi, tozek dıjwar ezimanên wî dagirkıri bû,   bajar dı nali bi nav bêdengîyek  bê hevuk de. Lê paradoks dı nav paradoksi de bı te re qisedikir. Dı nav bajarê kavil buyi de deng, lêz û geşedana mirovan ji re  di got ne vî bajari wan şerên giran re şahidi kiriye. Lı bajarê hilafêtê ruxyayi  de mirovan qêliyen şerên germ lı şun xwe da hiştibun. Berê niv milyon şêniyên bajar hebun vê gavê nizanim çendin lê tışta min diti bajar disa ji gelek qelebalıx bu.

Hey jaro Raqqa tu buyi hem qurbanê şerê xılafetê hem ji buyi qada şerên gelek bê rehim. Dı nav rojên mirinî û wêrani de xuda dızane çendî mirov hatine kuştın. Diyare li vır şerên gelek dıjwar hatibun jiyankırın. Dı şer de hezên koalisyona navnetewi lı Raqqa nêzi şeş hezar top u füze  lê reşandine. Derbarê kuştina kesên sivil de gelek agahi ketibun ragihandinê. Dı navbera çarsed u hezari de mirovên sivil jiyana xwe dest dabun. Ji ber  şer bajar da bi navê xweşik bunê tıştek ne mabu. Hina ji ez bawerim dı bin xırbeyan de gelek termên çeteyan henın.

Mirovên bajar çı kirine lı kijan malê u binesaziyê de quncikeki saxlam mabe ketine nav de derî u şıbak lêdane u jiyana xwe domandine. Dı demên berê de lı çar rê  ya naim de gelek dikkan, cafe u cihên kar hebune. Dema şer de li vir gelek şervan şehid ketibun. Tê gotin DAİŞ lı vir pıranî serê hevalên me jêkirine. Ango serjêkiribun. Lı vir avahi piranî ya bi mayin u xefkên DAİŞ ê  yan ji bi êrişên hewayi yên hêzên koalisyona navdewleti re hatibun rûxandın. Yani berê çend salan lı vir ala reş ya DAIŞ dıhat daliqandî bû. Di dema xwe de lı vir lı qadên bajar de DAİŞ çendîn şanûyên zılmê lı gelê bajar re dabun temaşekirin. Cirokên meydana  dûjehe min jî dema xwe de  ji  ragahandinê bihistibun. Lı vir serê mırovan hatibun jêkirin,  jinên şingalê ji lı pazarên Raqqa da hatibun firotin. İro ji lı her devera bajar de şopên şer tên ditin. Lê mirovên bajêr mina ku tıştek nebuyi jiyanên xwe dı nav xırbeyande dıdominîn.

Qısmek mezin dıkkan vekirine. Tırafik disa ji gelek kardikir. Lê ya rastî bajar çavên min de  mina nexweşekî giran kû lı benda ameliyatê bû xuyakir. Kî dizane wê kî çawe vê nexweşa giran ameliyatê re darbazbıke. Hêzêk mezin u demek direj pêviste jı bo saxkirina vê dert û elama giran.  Ew roj em lı Raqqa yê de pir ne man. Nivro me xwarinek xar paşê jî hevalan em birîn lı mala kû Halife Ebubekir Bağdadi têda mayi bu. ev dema xwe da  ev mala kû hawırdora wi bax û baxçe bu  mina biryargeh bikarani bu. Heyhat kî dizane wî lı vir çendi fermanên komkujiyên mirovên bê suc dane. Lı vir çendi  xewın û xeyalên bêhim kiribun jı xwe re. Wi xast bû kiresê taritiyê lı tevahi cihanê bigerine lê bes ew bixwe bu qurbanê taritîya tîr. Bi çê ket rê u çawe dawi bu xeyn û xeyalên wi. Mirov çi bêje başe hêvidarim ev xak careki di nebe şahidê hovitiyeki bi vî şewazi.

Ev bajar ger ne ji şer ba şartên asayi de wê geleki xweş ba. Av, hewa u xaka wê gelek xweş bu. Ava fıratê xweşikbûn u bereket baxşi bajar kıribu. Ji bo wê dîyar di bu cih û wareki xweşik bu. Ne ji wê ba  wê dûyem caran  nedi bu peytext Raqqa. Tıştek susrete rıxmî tevahi dıjwarîyen şerên rudane dîsa ji behna diroka qedim jê dihat. Lê belê dimênên xuya dıkırin çendi mirov di êşandin. Lê dîsa jî deng, reng, kelecan, tırs, bezdan û lezdana mirovan hêjayi ditînê bu. Min dı nav dilê xwe de got helal bê hezar cari ji şêniyên Raqqa ye re jı bo ew mirovên gelek wêrek u zirekbun dı domandina jiyana xwe ya asayi de. Pişti çend saatan me jı peytexta ruxyayi berê xwe da bajarê bedew TAPQA yê..

TAPQA…

Bajerê xweşik 55 km nêzi Raqqa ye bu.  lı vır sedda Tepqa hebu. Dı çûne de em neketin dı nav bajar de lê ev bajar mina Raqqa dı şerda birin nebi bu. ne dinav bajar de lı rex bajar de em çun cihekê. Di nav maşine yê de dur ve min çavdariya bajar dikir. Başe di şerde  ev der mîna Raqqa ne bıbû kavil.

Xweşik bun û xemla ava firatê lı vir jî  mirov hêmezdikır. Em lı vir bun mêvanê Hevalên lı qadê de dı man. Cihê wan lı ber deravên Fıratê bu. Anga cihêkî gelek xweş dı man. Me biryar da em lı vır roja xwe derbazbıkın.

Roja dî ji emê biçin qaleya Ceber bi bînîn. Cihêku em lê di man  de  durve  me temaşayi reşahiya ku dı nav ava Fıratê de kır. Gotin ew reşahiya ku tê xuyakırin  qaleya Cebir e. Ango qaleya nemir salahiddinê Kurdi bu. Qele heya sala 1974 jî ne di nav avê da bu. Lê dema sedda Tapqa yê hatîye  çêkirin qalê dı nav ava fıratê da ma ye. Tê dıkari bu bı bot- keşti biçi serdana qalê biki. Min ji  gelek xast qalê bibinim. Ji ber ku  ditina tıştên qadim geleki rıhê min xweş dikin. Ez pê hêz digrim.

Qale ya cebir xwedi dirokeki pır kevnare pişti mirina Nureddin zengi qale de 1174 ketiye destê salahaddin Eyubi de  pişt wî jî ketiye destên kurên wî de. Paşê qalê gelek dest gûhertiye. Heya demeki lı destên Osmaniyan de ji maye. Zaten nêzi qalêyê tırbê  Suleyman şah jî hebu ye. 1918 de qale dıkeve destê İngilizan de paşe jî dikeve destê Fıransizan de. Mimariya qalê  gelek balkeş bu.  Di nav qalê de sur u sengerên şer, cihên çavdêran, kûle,  mala melik, girtigeh, dadgeh, bazar, malên şêniyan uhw tiştên gelek balkeş hebun. Bi rasti asaleta vê avahiyê gelek mirov cezip dıkırın. Duvarên saxlam, hünerek zirav u xweşik, mimariyek ji zeman re meydanê dıxwine ma çıma mirovan jı xwe re heyran neke? Qalê tinê bi gotineki vê ger mirov penasa bike şahikaya mimariya qedim bû.

Bizans, selçuqi, xaçperest, moxoli, memluki u Êyubi u xudê dızane hina ki u kê lı vır de mane. Şopên dirokê gelek zindine dı nav vê qaleyê de. Dı nav hêzan de yêku heri zedê şopên xwe hiştine Salahadinê kürdiye. Dirok çendi tişteki xeribe ku iro ji nevîyên salahaddin qele careki di jı destên qırêş yên DAIŞ ê rızgar kirin. Dîrok ne dubareye lê bes paradoksên dirokê qet xılas nabin.  Gera me pır dirêj nekir bi lez bu min karî seranser temeşeyi qalê bikim. Ya rasti gelek geleki xweş bu. Pişti ditina qalê me bi keştiya suratê turekî xweş avet lı ser ava fıratê. Me bi av, hewa u germahiya rojê ya meha gulanê u Firatê  rıh, laş u dılên xwe şuştın di nav wan xulekeyên kûrt lê piroz de.   pişt re me zend û bendên xwe giredan u  berê xwe da bajarê berxwedanê Kobanê..

Kobanê….

Ji Tapqa heya Kobanê nêzi 3 saatan rê hebu pêşîya me de. Rê gelek xırab bun. Hema bêje malwêraniye dı vê rêda rêwiti kirin. Dı nav deştêki dûr û  dirêj  de tu diçi naci rê xılas nabe. Ev dever pırani herêmên erebanin. Malên ku  jı kerpicên jı axê çekiri bun gelek balkeş bun. Ev herêm piranî bê dar û keskahibun.  Mirov çawe dıkare dı nav van şertan de biji rastî jî tiştek balkeşê.  Ne darek, ne avek, ne çiyayek, ne gulek ne çimen û nejî  nergizek hebu. Rengek hebu ew ji rengê genim û cehê ku hatibu candin bu. Êdi toz û yêkrengi serwer bu lı her cihî de.  Dema min ev deverene ditin min qîymeta welatê xwe hin baştir fêmkır u hezkır.  Em zarukên çiyayên bala berzin. Me dı nav keskahi u av u çemên zêrin de çavên xwe lı jiyanê vekiribun.

Çiya werên me, av jiyana me, gul, nergiz, berfin u beybun wêneyê xweşikbuna nazenin ya welatê me bun. Ji bo  wê ez lı hımberi vê dimêne matmayi dı mam. Min ne dıkari bawerbikim çawa ev beşerene karine bijîn dı nav van şert û mercan de. İnsan çendî hebuneki bi hezê ku dikarê dı hemu  şert û mercan de  bıkare bijî. Walla hezar cari ez dibêjim her biji Jî van mirovan re. Wextekî DAIŞ ê  lı van derane jî serweri ya ilan kiri bu. Piştî binkevtinê gelek çeteyên ku sax mane bi malbatên xwe terkî diyar kirine. Ji bo wê cihên wan pırani xali bun. Mal di nav bêdawî buna deştê de keti bun di nav bêdengi ya kûr û dur de. Jı gundan de tı deng ne dengê listoka zarukan û civikan ne Jî deng u dimênên zindîwaran xuya dıkır.

Tinê dengê maşineyan bilind di bu û diçu… piştî demekê em gihiştin sinurê xaka Kobana rengin.  Despêka ketina bajar de ava firatê xêr hatina me kir bı bi awazên xwe yên xweşik ve. Heya bajar qederek gund hebun lı derdora rê da. Tıştek balkeş lı ser tebalayan de du zimani nivis hebun. Ji bo wê me dıkari bû fêmbikin navên wan gundan çıbun. U herçiqas lı vir jî mirovan zu derb u şopên şer xastibin derbaz bıkin jî dîsa jî hîna wêneyên şer neqişandi bun lı ser duwarên malan u kûçan de.  Şopên guleyan dıgotin meyzinin û ji bir nekin ev qad qadên leheng u pakrewananin. Dema ez ketim nav xaka Kabanê ango bi zimanê erebi AYN- EL ARAP de lêdana dilê min leztir bu. di bin çengên min de dilop dilop xuhdan di herikin. Hestên cihe min jiyandıkır dı nav dilê xwe da di nav bêdengîye de. Di ketina bajar de lı rex rê da lı tabela yeki bilind de gotina ‘ HUN XÊR HATİNE BAJARÊ ŞEHİDAN’ hatibu nivisandın.

Dema min ew nivîs xwand bi rastî  janek, kelecanek, hestek pır efsuni rıhê mın dorpêçkiri bu.   Vêga vê ji ez nıkarim bilêvbikim ka min çê jiyankiri bu din nav wê biska kûrt de. Ji bo vî bajari me hezar şehid dabun. Ango her buhustekî axa Kobanê de xwina pakranên nemir hebun. Ne dur tirmeha 2014  de DAIŞ  axa Kobanê dagırkırı bu. DAIŞ jı bo bajar peyva ‘AYN EL İSLAM’ ango Kaniya islam bi karani bu.  lı vir  26 kanuna 2015 ê DAIŞ hat binxistin. lı vir me ne tinê hovîtîya DAIŞ ê  pergala ne adilane ya rejima BAAS jî dawi lê ani bu. ji sala 1958 heya Rızgarkirına Kobanê lı vir siyaseta  BAAS ya hov û nermik  bi rengekê sistemik hatibu rêvecun. Xaka me ya bi bereket dabun Ereban, mafê hemwelati jî ji destên me Kurdan hatibu girtin.

Dema şerê Kobanê hevrêyen me yên ku me bı salan hevdu nasdıkır bı rıhê berxedanê şerkıribun. Duruşmê wan ‘yek jî ji  me bimine wê Kobane rızgarbibe’ bu. Rıhê serkeftinê  û rumetê lı vır efsaneyên sedsala bist û yêkemin nivisandınê. Nivisandina van çirokên efsaneyi kareki cûda dıxwaze ji xwe gelek cirok, helbest, roman hatine nivisandın. Lê hina jî tıştên kû me qala wan kirine dı behrêde mina dılopeki diminın. Ji ber kû lı van deran de gelek lehengiyên mezin hatine jiyankırın.  Ger wicdan têkneçe wê misoger rojek ji rojan serpêhatîyen lehengên Kobanê werin nivisandın lı ser rupelên dirokê.. Bes ji vê giringtır ewê ku nîfşên nu ji bîrnekin deng u pêyamên pakrewanên Kabanê. Ya rast û pêviste em bıkîn ewe ku em bîranîn, xeyal, xewın, fedekari, wêreki u çanda wan şehidan lı ser dilan, dı nav rıh u mejiyan de binexşinin.

Bila rıh u çanda şehidên nemir bibin senfoniya bajarê Kobanê.  Bila lı kolan û kûçeyên Kobanê de kominalizm bi bişkivê şuna dar u kulilkan. Gulên me bila bi  keske sor u şinê Kominalizmê bilind bibin. Bila peyva ne ‘ya min ya me bibe’ haqiqeta Bajarê şehidan… Tenya em binesaziyên betoni u zuha bilind nekin bı çanda lehengane, bi fedekari, u rukeniya legengên bajarê Kobenê re ger em bijin wê dirok me bextewar bike her demî de. Lı Kobanê gelek tişt hene mirov qala wan bike lê ger ez hewılbıdım qala wan tıştan bikim pêviste ez pirtuk binivsinim. Ji bo wê ezê  nekari bım bi tinê nivisekê ve mafê hemu rastiyên kû min diti u bihist mafên wan bidime.

Lı Kobanê me xast em gelek cihan bibinin. Lê ji ber çeşna remazanê pırani me bi havalan re serdana malbatên şehit û şervanan kır. Meydana Azadi ya ku dı nav de pêykerê şehit Arin Mirkan hebu, baxçê  U mala Serekati, Berkêlê, sengêrên bin erd yên ku Hevalên me çêkirinê me ditin.  Dema ku şervanan bajar rızgarikiri bu plansazi ya me ya pêşi ew bu kû em dest nedin bajarê kavil buyi em bajar nêzi wır ji nû de avabikin. Lı bajar de dervehî çend kûçeyan çı cih u avahi saxlam ne mabun, hemu hatibun ruxandın.  Me dıxast bajar bi gişti wek mûzexane were hiştin da ku mirovahi ji bir neke wêneyên zilmê û taritîye. Lê bes me nekari bu em gelê xwe di vê mijarê de ikna bikin. Bi neçari kijan malbat piştî şer vegariya ye  bajar berê xwe dane malên xwe yên ku bune xırbe. Piştî demek kûrt malên xwe nukirine yan jî restore kirine.

Bi hezar û yek ked û hewıldanan ve rêberîya bajêr semtek bajar yê buye kavil hişti ye ji bo em bikin muzexane.  Başe kû me ev jî kariye em serbixinin. Hina mûze nehatiye çêkirin. Ji bo wê pereyek pır mezin tê xastin û derfêtên me têrê nakin. Vi şewazî ve be jî em çun me çavdariya wan derên kû bune xirbe û kavil kır. Hemu rê, kolan, kûçe, mal, eywan de şopên hevalên me hebun. Dengên wan, şopan wan lı wır bun.  Xwina wan hin jî di bîn xırbeyan de dı cirisîn. Heya vê gavê ji kes nizane me çendi cangori dane lı Kobanê de. Kes nizane dı bin wan xırbeyên ku hatine hiştin de çendi termên şehiden bê nav henın. Jı birkirin ixanete, gaflete u lanete. Hêvidarim mirovahi û gelê me ji bir neke nav, deng, bir û baweriya cangoriyên Kobanê. Wanê  bı xwin u canên xwe Serkeftin baxşi zarokên Kobanê kirine. Ji wır  ji em çun serdana bajarê bêdeng Goristana pakrewanên Kobanê. Hemu deman de lı goristanên cangoriyan de zimanê min qifil dibe, rıhê min dı cerife. Ew roj jî min disa heman hest jiyan kır.

Di çuna Goristanê de zorukek 6 sali yê şehidên Kobanê me bi xwe re birı bu. BAZ ê 6 sali qet babê xwe nediti bu. Piştî  şahadeta bavê xwe cavên xwe ji vê dınya ya zalim re vekiri bun. Malbatê je re goti bu bavê te lı goristanêye. jı serdana goristanên de ferbı bu ku bavê wi lı wır dimine. Ji bo dema me xast em biçin goristanê Baz got ‘cihê şehidê mine goristan’. Ew hîna ne di ferqa çarxa felekê da bu. Mirin u şahadet çiye nedizani lê bes dı got bave min lı wır dı raze. Goristanê de ne deh ne sed bi hezaran cangori hebun. Goristan mîna baxçeya çandan bu. jı çar parçeyên Kurdistanê, Ereb, Kurd, Tırk, Suryan, Ermen jı gelek netewan cangori hebun goristanê de. ji her temeni, jin û mêr, bav, bira, dayik, xwişk, şervanê nu, kevin gelek pakrewan hebun. Lı ser kevrên gorên wan de dı aliyekî  de wêneyên wan hebun aliyeki di da jî nav, paşnav, cihê dayikbun û şahadeta wan hatibu neqişandın. Goristan di şibiya  bajarukek buçuk. Ez çum lı ber serê havalên ku min nasdıkırin de runiştim. Bê vina min fırmesk jı çavên min herikin hatin xarê…

Min hewıl da ez rıhê wan yê xweşik u piroz bihesim..  min dızani rıhê wan lı wır bun. Rıh zindiye, namire, lı her derêye. Mirov lı hindek cihan de vê rastiye gelek baş di bine u dihese. Ew roj min ev tişt heya şaneyên xwe jiyankır.  Goristana şehidan de tevgerkirin mirovan de gelek hest u ramanan dide çêkirin. Hêrs, êş, bêrikirin, tol, hezkırın di mirovan de lutkê de tê ziman… Me piştî xatırxastına bê deng bı çavên şılbuyi re hevditina xwe bi cangoriyan re qedand. Daxwaza şehit bilindkirina ala berxwedan û serketfinêye min bi bêdengi soza xwe ya girêdana bı şopên wan tazekir u got canek min heye ew jî jı bo weye. Dı rêya we de ezê heya henaseya xwe ya dawi bi dılpaki u serkefti bi meşim. Ezê hevaltiya we re sadıq bım. Piştî min hevpeymana xwe nûkır bi şehidan re me rêwitiya xwe ya wê rojê domand.

Paşê rojên di  em çuyin gelek cihên ku hêjayi ditinê bun. Minak qeleya selahaddin gelek enterasan bu. Di nav qalê de sarnıç, sur, kulêyen çar koşe u sê kuşe hebun.  Dı nav qalê de jî  diyare qesir hatiye çêkirin. Lı vir jî ne tinê hêzen misluman mane xaçperesti ji têda mane. Ji mimariyê de ev tişt diyar dibe.  Lêkolinan de tê ditin ku gelek hêz lı qalê de mane.  Di bêjin selahadin Kurdi dı nav sefereki sê roji re qalê 1188 de jı xaçperestan sıtandîye. Paşe moğoli yan qale talankirine. Piştî Moğoliyan jî ketiye destên memlukiyan de. Sultanê memluki sungur el aşkan qale kiriye biryargeh ji xwe re.

Qalê lı ser girekî lı kêlaka ava firatê hatiye avakirin. Aliyeki wê bi fıratê re dorpeç dibe. Duwar u mimariya qalê gelek xweşik, qayim u zirave. Pır bı asalete. Di nav qalê de pir beş henın. Firin, xweringeh, dadgeh, hawuza avê, hemam, bazar, girtigeh, pergala sarkırın u germkirina av u hewaya dı nav qalê de, ambar, runışgeh, oda, tunel, modela proto ya asansoran uhw gelek tişt hebun. Ji her derê qalê de asalet xuyadıkır. Dewlemendîya çanda xweparastın u jiyana dı nav zewq û sefa da nişandi da.

Duwarên qalê ji hatibun neqişandin. Bi gotineki qalê ‘şahikaya muhendisiya qedim bu’. lı hımberi zeman berxwedi da bi serkefti u serbilindi. Ji te re dı got ez hebun û ezê her hebim. Rıxmê tevahi şeran û daxwazên zaliman qalê ji te re digot, vaye ew tev çun lê ez mam lı ser pîyan.. qalê nişaneya berxwederiya rojhılata navine.  Bi rasti ji ez ji cihên vi şewazi geleki hêz digrim. Tıştek susrete çawa DAIŞ ê ev eser ne ruxandiye. Wan gelek cih û warên diroki yen qedim ruxandibun. Tiştên ku mirov hezar u milyon carî bibêje heyf hatin jiyankırın.  DAIŞ mina kabusêk lı ser serê  me da hatibu. Kîryarên wan kiri gelek xırapkerbun. Jiyan, keda mırovan û berhemên dirokê qırkirinê re darbazkırın.

Ger û geşta min ya lı Fıratê danzde roj kişand. Jı bo min her qêliyên ku min lı Fıratê derbazkırî   geleki bi xuruşi derbazbun. Heval leyla lı ber dilê min gelek aziz u delale. Havaltiyek me nêzi bist û çar Sale devam dike. .  Dı jiyana min de mirova ku her zêde ji min rê nez buyi ew bu. Herkesê me nasdıke vê hevaltiya me dızane. Gelek caran ji bo me gotinên kû dibêjin ahbabê hevdune, komin, nızanım çê çıne gotin.

Lê tu car me havaltiya xwe nekir qurban. Hevalti ya me heya heyya bu. Hevalti ya me bi hezkırın, zanisti, bawerîyê  ve hatiye sıtrandın. Ne zeman ne ji mırovên meji û rıh sivik nekarine me jı hev du durbikin. Hevaltiyeki hêvîna wê saxlem bu tı car kevin nebu, gelek ezmunan re derbaz bu lê her wekî aveki zelal ma. Çı bêjim ev hevalti diyari ya xudevendan bu ji min re..

Van danzde rojan de em her lı gel Heval layla man. Şansê me eyd bu, em bı hevre ne şaşbım çuyin sih çıl malan. Herkesî gelek ji hevala me hezdıkırın. Di nav dilan de çendî xweş hêlina xwe avakiri bu. Ya rastî bêji ji bona kobanî ji Heval leyla heznekin tı eger nebûn, hevala me jinêk mina heyvê xweşik bu, hevalêk mina zeryanan xwedi zanisti bu, dilxweşik u dılnızım bu. dı nav rêveberiyên me da kesa heri balkêş bibu payê Kobanê.  Ma jê wê heznekin wê çibikin. Jı bo em zutırin bıkarîn êşên Kobanê bipêçîn tevgera jin hevalêk mina Heval leyla şandi bu Kobanê. Min dit bi van çavên xwe re Kobanê ji xwe re xudavenda xwe peydakiri bu.

Rastî gel lı malan de û kûçan de dema Heval Leyla di ditîn mîna xudavendêki pêşwazidıkırın.  Wek sıtergehêk rêvediçu dı nav gel de. Tinê taca wê kêm bû lı ser serê wê. Wê eydê de min got qey em dı nav filmekê xudavendan de dı leyzin. Hey maşallah Heval leyla jî kes ne hişt vê aydê de. Ez heyrana tempoya xwe kırım hevala me..

Rasti bêjim ji bo hevalti ya me ti sinur ninbun. Ez çendi xwe xwedi şans di binim ji bo ku hevalekî mina leyla jiyanê baxşê min kiriye . Ne bawerim kesdi mina Heval leyla bibînim. Qasi wê ez jî ji wê hezdıkım. Ji bo min rıhe,nefese, sıtargehe, hemu qêliyên êş u tinêtiyê de mina hawariyan dest avêtiya min. Di vê hevditinê de ji min ev rasti ji dilde careke di fêmkir. Ê tabi ez hevalên xwe yen cıwan jî ji birnekim.  Rojin u Revan . Ji wan re bêjim  av, şekır û şerbet nızanım. Ez ji avê gelek hezdıkım jı bo wê mina avê dı çirisin ber dile min de. Carna ne şartê mırov hevtemenê hevbe. Dema hezkirin hebe dı navbera mirovan de tı sınur naminin. Çı bêjim mala hevalên min u Kobana rengin avabe wane gelek xweş em pêşwazikirin.