Xelkê Kobanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li qadan bûn

Şêniyên bajarê Kobanê jî bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên Kîmyewî li dijî gerîla şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî li Kobanê çalakiyek li dar xist.

Çalakî li qada Jina Azad a navenda bajêr pêk hat û bi dehan ji şêniyên bajarê Kobanê tevli bûn.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat xwendin û têde hat diyarkirin ku bikaranîna çekên kîmyewî lewazbûna dewleta Tirk nîşan dide.

Çalakî bi siloganên “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

 

/ronahi.tv/