Asmîn Zelal: Bi Azadiyê re Hevpeyman Çêkirin

 Meha Hezîranê meha bereket û berhema kedê ye. Di hemû dîrokê de, di Hazîrana her salê de berhem û bereketa kedê encam dide. Di her salê de ev encam di meha Hazîranê de bi wate dibe. Lê belê piştî Zîlan bi bedena xwe jiyan welidand û bi wate kir, Sema bi agirê laşê xwe jiyan ronahî kir, Gulan bi ruhê xweyî fedayî jiyan bi fedakarî xemiland û Leyla bi hevaltiya xwe jiyan kir hêviyek bê dawî, meha Hazîranê mezin, bilind, bedew û watedartir bû. Di vê wateyê de her şehîdek ronahiya dema xwe ne ku di her kêliyê de jiyana me ronahî dikin. Loma bîranîna her şehîdekî ronahiya jiyana me ye.

Di vî bingehî de rêheval Sema Yuce (Serhildan) bi kesayeta xweyî serhildêr bû nasnameya jina azad. Hevrê Sema Yuce, di sala 1971’an de li Agirî ji dayîk dibe. Di nav rastiya civakeke serhildêr û Kurdperwer de mezin dibe. Ev rastiya civakî di avakirina kesayeta hevrê Sema de şopên çanda civaka serhildêr diçîne. Heval Sema, bi rastiya vê kesayeta xwe tevgera azadiyê nas dike û di sala 1991’an de beşdarî tekoşîna azadiyê dibe. Hevrê Sema Yuce, kesayeta xwe ya pêşeng li ser hîmê felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ava kir. Di vî bingehî de; li hember hişmendiya mêr û kevneşopiyên civaka zayendperst li Kurdistanê ava bûyî jin û civak dîl girtibû şer û tekoşînekî dijwar ê hundirîn bi kesayeta xwe re dide pêşxistin. Hêzên komploger, çawa ku di sala 1999’an de, bi dîl girtina Rêber Apo xwestin tevgera me ji holê rabikin, îro bi heman hişmendiya qirker êrîşên xwe berdewam dikin.

Rêheval Sema, bû yek ji wan rêhevalên ku ev komploya mezin ya li ser Rêber Apo, jina azad û gelê Kurdistanê pêşdikeve ferq kir û bi agirê bedena xwe bersiv da hêzên komploger. Li ser van esasan, li hemberî faşizm û zihniyeta dewleta Tirk a qirker li girtîgehê, li ser xeta Sara, Kemal û Mazlûman nasnameya jina azad temsîl kir û li ber xwe da. Bi vê berxwedaniya xwe Heval Sema û bi sedan rêhevalên şehîd xelekek ji agirê azadiyê li dora Rêber Apo ava kirin û bi dirûşma ‘KES NIKARE ROJA ME TARÎ BIKE’ hişmendiya komplogeriyê têk birin.  her weha rêheval Sema, dibêje “Çawa ku li Ezmanan du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin”. Bi vî ruh û ferasetê piştî nivîsandina nameya li dû xwe dihêle, li himberî komploya nav dewletî di 21’ê Adara 1998’an de agirê bedena xwe dadide.

Beşek ji nameya Heval Sema:

“Asta ku tekoşîn gihaştiyê û xebatên partîbûyînê yên li qada mede tên meşandin, careke din pir baş ez xistîm vê zanebûnê. Çawa ku di ezmanan de 2 roj nabe û nikare bibe jî, ji bo mirovekî, ji bo jineke ku dixweze azad bibe jî 2 hilbijartinê jiyanê ango 2 navenda çavkaniya moralê nabe. Ev kêliya ku ez van reze nivîsan dinivîsim, ew kêliye ku min di alîyê fikrî, moral û jiyanî de di kesayetiya xwe de Rêber APO tenê kiriye navend û çi astengiyên hundurîn ku hene min derbas kiriye. Di vî bingehî de ez dixwazim dilê xwe, mejiyê xwe û bedena xwe, di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de bikim pireke ji agir.”

Fîlîza Kurdistanê, Gulana Çiyayên bi heybet:

Fîlîza Kurdistanê ji zanîngehê heta avahiya partiyê, ji wir heta karên rêxistinî û karên Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê bi tempoyeke xurt xebitî. Diyar kir ku êdî dem hatiye û divê têkoşînê li çiyê dewam bike. Di Nîsana 1992’an de tevî 9 hevriyên xwe bi rê ket û berê xwe didin çiyayên bi heybet.

Di rêwîtiya dirêj de ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla destpê kir, li Bazîdê ketin kemîna leşkerên Tirk û dîl hatin girtin. Bi rojan êşkenceyeke hovane li wan hate kirin û hatin zindankirin. Fîlîz li girtîgehên Bazîd, Erzîrom, Nevşehîr û Kayseriyê hate sirgûnkirin. Di Kanûna 1992’an de ji girtîgehê derket. Li Enqereyê demekê kar kir, lê careke din bi rê ket ji bo karibe tevlî nava refên gerîla bibe.

Meha Nîsanê ji Enqereyê bi rê ket, gihîşt Stenbolê, ji wir jî berê xwe da Serhedê. Piştî ku çend mehan li Tendurekê ma, derbasî Şamê bû û li gel çar hevalên xwe gihand qada Rêbertî. Jiyana wê êdî derbasî qonaxeke nû bûbû, qonaxa duyemîn a jiyana wê destpê kiribû. Destpêkê navê Bêrîtan li xwe kir, piştre kir Gulan. Fîlîz (Şitil) a ku li Edeneyê şîn bû li Qada Rêbertî bû Gulan.

Gulan bi cidiyeta xwe, sekna ji xwe bawer û bi dîsîplîniya xwe bala her kesî dikişand. Bi nêrîn û kûrbûna xwe ya xurt heta derengiya şevê bi hevalên xwe re nîqaş dikir, hewl dida xwe hîn bêhtir perwerde bike. Dema di nava koma kûrbûnê de bû bi heyraniyeke mezin li Rêbertî guhdarî kir. Rêbertî jî jîrbûna Gulan û sekna wê ya ji xwe bawer bi baldarî şopand. Gulan guhdareke baş bû, analîzên civakî û kesayetî yên Rêber APO bi baldarî guhdarî dikir, fêhm dikir û hewl da zû bixe pratîkê.

Gulan piştî perwerdeyê bi israr xwest ku biçe Garzanê. Di 11’ê Gulanê de li Qada Rêbertî piştî merasîmekê tevî hevalên xwe ber bi Garzanê ve bi rê ket. Tevî herêmên Amed û Garzanê yên Bakurê Kurdistanê li herêmên Xinêre, Qendîl û Zapê yên Başûrê Kurdistanê jî gerîlatî kir. Di sala 1999’an de piştî ku Rêber APO bi komploya navdewletî dîl hate girtin, ji bo çalakiya fedaî bike ji Garzanê çû metropolên Tirkiyeyê, lê belê bi banga Rêber APO a ji bo rawestandina çalakiyên xwefeda kirinê vegeriya.

Di kongreya partiyê de piştî ku bi navê ‘Fedaiyên Rêbertî’ biryar li ser avabûna Hêzên Taybet hate wergirtin, têkoşer Gulan jî tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Di encama kûrbûna li ser îdeolojî û fedaîtiyê de fermandarî ji Hêzên Taybet re kir. Di heman demê de cihê xwe di nava rêveberiya PAJK’ê de girt. Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) di 7’ê Hezîrana 2002’an de di encama komployeke xayin de tevî karwanên nemiran bû.

Têkoşêra Bêrawestan: Leyla

Sedsala 21’emîn sedsala kûrbûyîna nakokiyên zayendî û sedsala azadiya jinê ye. Ev rastî di roja me ya îro de şênber dibe. Mêrê desthilatdar çiqas xwe bi pergal dike û hegemontiya xwe pêş dixe, li hemberî wî sekna jina pêşeng a milîtan ku xwe di xeta serkeftinê de kîlît dike pêş dikeve. Di heman demê de li hemberî desthilatdariya mêr ku her roj krîzan zêde dike bersiva herî xurt hêza partîbûyînê ye, hêza pêşengtiya jin e. Pîvanên azadiyê li ser esasê nasnameya jin derxistina pêş,  serkeftin pêkan dibe.

Leyla Wan di demeke wisa de, di sala 1993’an de tevlî nava têkoşîna azadiyê dibe. Heval Leyla destpêkê li çiyayê Agirî gerîlatî dike. Bi rihekî zindî û bi kelecanekî mezin tevlî jiyana gerîla dibe. Bi vê tevlîbûna bi kelecan û bi coş derbasî çiyayê Zagrosan dibe. Zagros ji bo heval Leyla dibe bingehek û tecrûbeyek a jiyan û têkoşînê. Edî Heval Leyla biçûya kuderê ew kelecana xwe winda nedikir. Her tim dixwest xwe bigihîne hêza jin a pêşengtiyê.

Piştî demekî derbasî sehaya Rêber APO dibe. Li wir pêşketinên xurt di kesayeta xwe de çêdike. Hêz û tecrûbeyên ku ji Rêber APO digire di pratîkê de jî dixwaze pêş bixe. Heval Leyla dixwest ew hêza ku ji têkoşîna azadiyê girtiye li her derê belav bike. Di her milî de pêşketinan di şexsê xwe de ava dikir û tu wext ji pêşketinan têr nedibû.  Dema ku Rêber APO pêşniyara xebatên Jineolojî kir; Heval Leyla pêşniyar kir ku biçe xebatên Jineolojî. Te digot qey Heval Leyla bi salane li tiştekî wiha digere, mirov digot qey bi salane tişta ku lê digere ev e. Bi eşqeke pir mezin nêzîkî vê xebatê dibû. Di her mijarekî de lêhûrbûnê wê hebû, bi taybetî li ser jin lêkolîn û lêgerînên wê pir zêdebû. Di milê fikrî û kûrbûnê de xwedî kedeke mezin bû.

Ev navê ku di asta dîrokî ya her berxwedanê de der bû, ji Leyla Qasiman heta Leyla Kaplanan, ji Leyla Walî Huseyînan heta Leyla Agiriyan li her devera Kurdistanê bû navê hevpar ê jinên têkoşer û wê her dem jî bibe navê vê têkoşînê.

Hevrê Leyla sala 1995’an dema ku xwe gihand Rêbertî, bi azadiyê re hevpeyman çêkir, berê xwe da serketinê û bû xwedî hêza jinûve afirandina xwe. Piştre jî hewl da li ser felsefeya Rêber Apo xwe biafirîne, kûr bike. bi vê rûmetê û baweriya mezin tevlî nava têkoşînê bû. Bi vê têgihiştinê di her kêlî, çeper û dema têkoşînê de bi erka pêşengiyê rabû. Di şexsê hevala Leyla de li qada leşkerî ji şervaniyê heta fermandariyê em serpêhatiyekê dibînin, li nava karên îdeolojîk jî sekna jineke şareza, li qada avakirina civakî de tevlîbûna bi rengê milîtanî û li her qada têkoşîna azadiya jinê jî keda wê dibînin.

Hevrê Leyla bû jineke xurt ku di artêşbûna jinê de bû xwedî îradeyek ji pola, bi îdeolojiya rizgariya jinê hişmendiya xwe xurt kir û di partîbûna jinê de xwe bi rêxistin kir. Bi taybetmendiyên xwe yên xurt, bi hişmendiya kûr a welatparêziyê û bi bawerî û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê, xwe gihand hemû jinan. Di vê çaçroveyê de li nava YJA Star, PAJK, KJK û têkoşîna azadiyê ya jinê li gelek qadan bi erka fermandarî, rêveberî û pêşengiyê rabû. Hevala Leyla bi her awayî tevlîbûneke çalak, fedakar û pêşeng kir û nasnameya milîtanî ya Apoyî temsîl kir. Ji ber vê yekê bû hedefa dewleta Tirk a faşîst.

 

/Pajk/