Kongra Star banga rawestandina êrişan kir

Koordînasyona Kongra Star êrişa dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk, bi erka xwe rabe.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser dîroka dewlet Tirk a ku bi komkujiyan dagirtî ye û got:

“Li dîroka faşîzma Osmanî ya bi komkujî û sûcên şer dagirtî ye, komkujiyên din zêde dibin.

Ev komkujî bi taybet li dijî Kurdan ku xwedî projeyeke mirovî ne, pêk tê.”

Koordînasyonê bal kişand ser bêdengiya civaka navnetewî ya li hember êrîşan û got:

“Dewleta Tirk li herêmên Parastinê yên Medyayê jî hemû rêbazên tûndiyê bikar tîne.

Bi balafirên bêmirov êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî kir.

Ev êrîş, li pêşiya çavên civaka navnetewî pêk tên, lê ew bêdeng e.”

Koordînasyona Kongra Star di dawiyê de, bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên sivîl, ji bêdengiya xwe derkevin û erka xwe ya mirovî bi cih bînin.,

/ronahi.tv/