Panaroma 2022’an a Rêxistinên Jinan ên Rojava

Di sala 2022’an de xebatên jinan pêşketineke berbiçav çêkir. Tevî êrişên li ser herêmê û hedefgirtina jinên pêşeng jî têkoşîna jinan ne-sekinî û bi keda xwe felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku Rêber APO bi pêş xistiye bû felsefeya cîhanî. Berhemên ku jin di vê salê de bi dest xistin jî ji wan re bû hêza dewam kirina têkoşînê.

Di sala 2022’an tevî êriş û hedefgirtina têkoşîna jinan , jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên xwe parastin.

Jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên desteserkirî û azadkirina jinan ji zihniyeta zilamsalar, çalakiyên cihêreng li dar xistin û têkoşiyan.

Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star ji bo belavkirina çanda jîngehparêzî rêzeçalakiyên cur be cur li dar xist.

Û bi çandina 2 hezar û 500 daran li gelek bajar û navçeyên Rojava çalakiya xwe bi dawî kir.

Li navçeya Eyn Îsayê navenda rêxistina SARA ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hat vekirin.

Yekemîn navenda Yekîtiya Jinên Êzidî li Kantona Şehbayê hat vekirin.

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê hemleya “Rêxistin…Berxwedan…Azadiyê” da destpêkirin ku heta 15’ê Tîrmehê dom kir.

72 kesayetên jin avakirina Înîsiyatîfa “Jin li dijî dagirkeriyê Kurdistanê diparêzin” ragihandin.

Bi pêşengiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo yekem car navenda “Ninhursag” ji bo dermanên xwezayî hate vekirin.

Desteya Jin a herêma Cizîrê navenda “Ehlan Sîmsim” ji bo pêveçûna zaroktiyê li Qamişlo vekir.

Ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî hatin destpêkirin û heta 25’ê Mijdarê dewam kir.

Kongra Star 7 dewreyên perwerdeya girtî û 44 dewreyên perwrdeya vekirî ji jinan re li dar xist.

Û 4 dewreyên perwrdeya vekirî ji mêran re li dar xist.

Yekemîn konferansa Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Li seranserî herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê Kongra Star Konferansên xwe li dar xist.

28’ê Îlonê li Şehba, 30’ê Îlonê li Helebê, 20’ê Cotmehê li Minbicê, 19’ê Mijdarê li Tebqa û 11’ê Cotmehê li Reqa Yekîtiya jinên ciwan konferansên xwe pêk anîn.

Çaremîn konferansa Yekîtiya Jinên Suryanî li Sûriyê li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Yekemîn konferansa Navenda Lêkolînên Jinolojiyê li Heleb û Şehbayê hate lidarxistin.

Di navbera 22-23’ê Tîrmehê de yekemîn forûma şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta Rojhilata Navîn li bajarê Qamişlo Hat lidarxistin.

Belgefilma ‘Nojiyan’ li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pêşandan.

Tevgera Çanda Jinê ya Hilala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Tebqayê sêyemîn konferansa xwe li dar xist.

Tevgera Çanda Jinê ya Hilala Zêrîn kilîba bi navê “Baraye”; Ji bo piştgirîkirina serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li Rojhelat Kurdistan û Îranê derxist.

/ronahi.tv/