Remziya Mihemed: 5’ê Gulanê li dijî êrişan wê meşa girseyî pêk were

5’ê Gulanê wê li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiyên girseyî pêk werin.

Yek ji komîteya amadekar a van çalakiyan, Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed e.

Remziya Mihemed dibêje: “Ev çalakî me wê ji êriş û dagirkeriya dewleta Tirk re bersiv be” û bang li her kesî kir ku tevlî bibin.”

 

Li dijî êrişên rojane yên dewleta Tirk li ser Rojava û Başûrê Kurdisatanê, 5’ê Gulanê wê çalakî û meşên girseyî pêk werin.

Yek ji navendên van çalakiyan jî, bajarê Qamişlo ye.

Ji endamên komîteya amadekar a van çalakiyan, berdevka Kongra Star Remziye Mihemed e.

Li ser van armanca van çalakî û meşên girseyî, Remziye Mihemed nirxandin kir.

Remziye ragihand 5’ê meha Gulanê bi armanca şermezarkirina van êrişan wê li Qamişlo meşeke girseyî bê lidarxistin.

Remziye Mihemed: Divê her kes li dijî êrişan 5’ê Gulanê dakeve qadan

Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed dawiya axaftina xwe bang li gel kir ku bi girseyî tevli vê çalakiya meşa mezin bibin.

 

/ronahi.tv/