Remziya Mihemed: Şoreşa Rojava hişt ku jin roja xwe pîroz bikin

Nûnerên Saziyên jinan yên li Rojava bi boneya 8’ê Adarê têkoşîna jinan nirxandin.

Berdevka Kongra Star Remziye Mihemed got, “Cudahiya Şoreşa Rojava ji şorên din ew e ku jinan pêşengtî kirin û bû şoreşeke jinan.”

Hevseroka Meclisa Qamişlo Perwîn Yûsif jî got, “Jinên Kurd, Ereb û Suryan di nava Rêveberiya Xweser de cih girtin û xwe bi rêxistin kirin.”

 

Jin dînamîka sereke ya pêşxistina jiyanê ne ku ji bingehê zayîna xwe ya jinê, dayîkbûn û hevaltiya xwezayê dest pê kir û di pergala têkiliyên jiyanê de her tim mamosteya sereke maye.

Di 8’ê Adarê dilên hemû jinên cîhanê bû yek û bi hev re rihê berxwedana jinên kedkar zindî kir.

Li Rojava dîroka rast a têkoşîna jinan bi derbasbûna rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê û Rojava re di sala 1987’an de dest pê kir.

Ji wê demê ve pêngaveke girîng a têkoşîna jinan li herêmê, dest pê kir.

Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed da zanîn ku xebatê jinan li Sûriyê di aliyê siyasî û civakî de, sînordar bû.

Derbarê naskirina jinan ji roja xwe ya cîhanî re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Remziya Mihemed axivî

Perwîn Yûsif: Rêveberiya Xweser hevsengiyek di civakê de çêkir

Piştî sala 2016’an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema hevserokatî bi awayekî fermî damezirand û li gorî wê xebat hate kirin.

Ev sîstem nûnertiyeke wekhev ji jin û mêr re di cihên bilind di her saziyekê de, dike.

Hevseroka Meclisa kantona Qamişlo Perwîn Yûsif anî ziman ku piştî têkoşîna jinê, sîstema Rêveberiya Xweser ji serok hate guherandin û bû hevserokatî.

Perwîn Yûsif bang li hemû jinan kir ku têkoşîna xwe bilind bikin.

/ronahi.tv/