Cîhan Xelîl: Armanca êrişan têkbirina projeya Netewa Demokratîk e

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze projeya Netewa Demokratîk têkbibe, lê Yekîtiya civakê serkeftinê misorger dike. 

Dagirkeriya Tirk sûcên şer ên li dijî gel û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Bi van sûc û binpêkirinan dixwaze bingehê jiyana gelan bişkîne, derbeyê li têkoşîna wan bixe û jiyana hevbeş û aştiyana têk bibe.

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl da zanîn ku ji 19’ê Mijdarê ve, artêşa Tirk a dagirker êrişî tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Cîhan diyar kir ku armanca êrişan têkbirina projeya Netewa Demokratîk e.

Cîhan Xelîl anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê çi bike nikare bigihêje armancên xwe.

Şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Cîhan Xelîl herî dawî wiha bi lêv kir:

Em bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku mil bi mil li dijî van êrişan rawestin û piştgiriya hêzên xwe bikin.

 

/Ronahi.TV/