Leyla Zana: Desthilat û muxalefetê Tirkîyê ti hêvî nadin Kurdan

Sîyasetvanê dêrîn Leyla Zana îro Înê got ku desthilat û rikeberîya Tirkîyê ti hêvî nadin Kurdan.
Zana li Şirnexê di mîtînga Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) de dîyar kir ku gel êdî bi ti sozên desthilat û muxalefetê bawer nake. ‘’Hun dibînin, ji muxalefetê hezar deng derdikeve. Nikarin soz û hêvîyekê bidin civakê. Îqtidar jî di heman rengî de ye.’’
Wê got ku li Stenbolê dengên Kurdan dixwazin, lê divê ew bi xwe dengên xwe bidin DEM Partî. Zana dîyar kir ku Kurdan di her tengahîyê de piştgirî daye wan û divê carekê jî partîyên din piştgirîyê bidin Kurdan.
Analîst û kompanîyên anketan dîyar dikin ku li Stenbolê hilbijartinên 31’ê Adarê wê bi berbijarên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) deqedeq be û dibêjin wê dengên Kurdan jibo encaman dîyarker bin.
DEM Partî, ku wek partîyeke li hêla Kurdan tê zanîn, li Stenbolê berbijarîya Murat Çepnî û Meral Daniş Beştaş dikeve hilbijartinan.
/voa-kurdi/