Pêşkêşvana Ronahî TV Dîlber Xelîl wefat kir

Endam û pêşkêşvana Ronahi TV Dîlber Xelîl duh ji ber nexweşiyê wefat kir.

Dîlber di Ronahî TV de xwedî kedeke gelekî mezin e. Çend salan weke pêşkêşvanekê cihê xwe di nava TV de girtiye.

Dîlber hema ji salên destpêkê tevlî nava xebatên Ronahî TV bû..

Destpêkê bernameya “Îşaret Istifham” û piştre jî bernameya “Elwan” di TV de pêşkêş dikirin..

Wê bawernameya Ragihandinê li Şamê bi dest xistiye..

2 zarokên wê jî hene..

Demeke dirêje nexweşiyeke giran xwe lê girtibû.

Pêşî nexweşiya Alzheimer yanî “Jibîrkirin” û paşê Sehaya ango îltîhaba serî pê re peyda bû.

Roj bi roj ew nexweşî lê giran bûn, doh wefat kir..

 

/ronahi.tv/