Dilba Mehra:  Çi heqê we li me heye 

Çi heqe we li me heye wekî her rihekî ku nefes dide û distîne em jî jiyanekî xweş geş û azad dixwazin. Hûn dibêjin yek nasneme, yek ziman, yek dewlet; em jî dibêjin jiyanekî azad û serbixwe.  Zaroktiya me dinava lingê şer de çu.  Em jî wekî  her zarokekî  dixwezin bixwînin bilîzin, bê dê bav û heval nemînin.

Li zûqaqa ne razin u ji xwenên şevan netirsin, zilim û zordariya we hîşt ku em nava xwînê de mezin bibin. Em jî xwedî zimanin, mafê me jî heye, hun çima me dixin, mehkomê  zimanê me li me dikin, minet  her cureyê işkençe bi me didin.  Jiyan kirin  we di temenê minî neh salî de koça min da ser milê min ez rexne dayîna xwe didim. Didim welatê xwe, him li min da, him axa min dagir kir, him hevalê min li pêş çavê dayîkên wan qetil kirin.

Him jî ez koçberî axa xwe kirim , min wê demê li zuqaqê Kobanê lîstoka min didestê min de bu. Min u hevalê xwe dilîstin. Çarekê min dît her kes diçe ez matmayî mam, dema min dît her kes diçe şahî hat bîra min, lê çima digrîn. Eger ku şahiye  çima her kes diçe çima, bihevre diçin, ev deng tu çarî min nebihîstıye. 

Ev deng çiye, her kesî  çima ditirsîne, tirs kete nava dilê min, her kes berê xwe dide sînor, wê demê ez mezin bum, piştî ku min nu jiyan naskir.  Hezkir u ez kêfxweş bum, min jê hêvî digirt xeylê, min zaroktıyê heye ku ez bibim doxtor. Çima zîvirî ev hêvî u bu xewn  ji min girt zaroktıya min . Wekî zarok li kêf xweşiyê digeryam.  Dema gotin ka em jî diçin wê demê, rih ji can derket min nedizanî berê xwe bidim kê?

Naxwezim biçim, nizanim şer çiye, lê çima her kes digrî, dayîk çima li xwe didin… Bav u birayê min jî nayin, çima me dişînin her çavê min li pey min diman, dema em gihîtin sînor min dizanî ev eskerin wê demê rih ji min veqetiya.

Bi min re êdî rêwêtî qebul nekir, wekî laşek bê rih, destê min bi kuda dibin, bi ware diçe li pişt min dûman ser kobanê ketiye. Dengê lêdanê tê de berda jî dengê tilîliyan tê. Ev çi dibe nizam dîmenên qiyametê ji min ve xweya dikir. Dema digotin ku yek guneh bike wê di agirê çihenemê de were şewtandin; min ji xwere digot qey xwedê dixweze îro me hemyan bişewitîne…

Dengê bilind tê elah ekber elah ekber ketim, nava xeyalên bê dawî jiyan xilas bu, em koçî ser sînoran bun. Çundina sînor bi xwe  neheqiyeke li vî bajarî. Lê bi bihîstina dengê wan tilîliyan min dizanibû em ev bajar amanetî kê kiriye. Bedelê wê jî canê lê eger du canê wan kezî dirêjan hebana jî wê bikin xelat, ji bu ez dîsa bixwînim kobanê bixwînê, kirin sembola hemû cîhanê. 

Di ser wê de jî canê LEYLA AGİRÎ. 

Leyla Agirî şoreşgera ku li her deriyekî malê kobanê da, gund bi gund, bajar bi bajar û ket hundir, wan malan hemû êş bi wî gelî re parvekir.

Dema min nû heval Leyla naskir, hezkirinekî yê jiyanê cuda di wê de hebû. Bi rûyê xwe yê biken nermahî rihetî dida mirov.  Ken , axaftin dest biri  û anîna xwe li ser serê  min bi dîtina wê min, dizanîbû jiyan dîsa heye. 

Hêvî bilav dikir dema ku ez u hemû bajar xeniqî bûn, diçavên wê de tiştek ku nayê xandin hebû. Min digot qey bi nihêrandin xwe mirov hembêz dike, mîna tava havînê dilê min germ dike. Fikra xwe bi çavên xwe dida bawer kirin.  Ez bi temenê xwe yê biçuk, çiqas biaxivyama heval Leyla min guhdar dikir. 

Çarekê min jê re got; em hemu ola xwe bawer dikin, lê her kes nizanê mirovahî çiye. Gote min, mezin neaxive, li gorî temenê jiyan  bike u kenya. Dema ku min ew ken dît hemû êş û bîrkirnên min derbasbûn. 

Ketin israra tekoşnîn zêdetir kir, dîrokê zindî dikir, dema diaxivî, me hemûyan digot, em tera biçin, got na emrê we têr nake. Lê îro jî bi êşa te em çarekê din mezin bûn gula welatê min. 

Mixabe ez îro nikarim bihaneyekê bibînim da, ku ez u tu dîsa  biaxivin… Dilê te mîna esîmanekî bê dawî bû, tu yê her li ser zimanê min bî dîrok çarek din di te da hat zindî kirin.

Nikarim te îfade bikim, heqê te bidim, tu pir mezinî; Leyla Agirî