Li Binarê Qendîlê semînerek li ser jiyana Leyla Agirî

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li ser jiyan û têkoşîna Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Şehîd Leyla Agirî semînerk ji bo jinên gundê Suredê da. Di semînerê de hate gotin, Şehîd Leyla nûnertiya nasnameya jina azad a her çar parçeyên Kurdistanê bû.

Piştî saetên nîvro li gundê Suredê yê Binarê Qendîlê RJAK’ê ji bo bîranîna Jina têkoşer û fermande Şehîd Leyla Agirî semînerek da. Di semînerê de gelek jin amade bûn.

Di semînerê de Endama RJAK’ê Ronahî Mengor axivî û li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Leyla Agirî wiha got: “Şehîd Leyla jinek têkoşer û pêşeng bû. Karî bi xebat û têkoşîna xwe di nava tevgera azadiyê de gelek jinên pêşeng perwerde bike. Di hemû qonaxan de bi berpirsyartiyek mezin û cidî li ser erka xwe radiwestiya û hemû erkên ku diketin li ser milê wê bi awayek tam bicih dianî. Şehîd Leyla nûnera nasnameya jina azad kir li her çar parçên Kurdistanê.”

Di dewamê de Ronahî Mengor da zanîn şehadeta Leyla Agirî ji bo jinan û tevgera rizgarîxwaz a Kurd wendahiyek mezin bû. Di dawiyê de jî hate gotin ewê hertim têkoşîn û doza şehîd Leyla û hemû şehîdên ji bo azadiyê canê xwe feda kirine, bişopînin.

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) di Hezîrana 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke hewayî de şehîd bibû.